BI DÎMEN

Di doza PKK’ê ya li Hambûrgê de, biryara berdana bi kontrol

Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê derbarê du aktîvîstên Kurd ên di çarçoveya madeya 129b a li dijî PKK’ê ya li Elmanyayê de tên darizandin, biryara berdana bi kontrol da.

DOZA HAMBÛRGÊ

Du aktîvîstên Kurd bi îdîaya ku li ser navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarên Kîel û Lubeck’ê xebat dimeşînin, li Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê dihatin darizandin. Biryara derbarê aktîvîstên Kurd hate eşkerekirin. Derbarê du aktîvîstên Kurd ên di çarçoveya madeya 129b a Qanûna Cezayê ya Elmanyayê de tên darizandin, biryara berdana bi kontrol û bi şert hate dayîn.

Dadgehê derbarê Nîhat Aşut ê ku 12’ê Adara 2025’an hate girtin û meha Cotmehê hate berdan 2 sal cezayê hepsê da û biryar da ku ceza di çarçoveya berdana bi kontrol de were bicihanîn. Derbarê aktîvîstê din ê ku bêyî were girtin tê darizandin, salek û nîv cezayê hepsê hate dayîn. Hat diyarkirin ku her du aktîvîst jî qasî 3 salan wê di bin kontrolê de bên girtin û di nava vê wextê de eger ti sûcan nekin, dê nekevin girtîgehê.

Dadgehê her wiha biryar da ku pereyên di meha Adarê de li herêmên Kîel û Lubeck’ê di serdegirtinan de bi îdîaya ayîdê PKK’ê ne hatine desteserkirin, wê neyên radestkirin.

Serokatiya dadgehê hinceta biryarê eşkere kir, bal kişand ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku her du aktîvîstên Kurd û malbatên wan berê rû bi rûyê zextên kêfî yên dewleta Tirk mane.

Beriya rûniştina biryarê, li ber dadgehê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Înîsiyatîfa “Ji Nîhat re azadî” û saziya Azadî daxuyanî dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. Di axaftinan de bang li dewleta Elman hate kirin ku dawî li polîtîkayên zextê yên li hemberî Kurdan bîne û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.

Malbata jineke aktîvîst û antîfaşîst jî ya ku demên dawî li Elmanyayê hate girtin, tevlî çalakiyê bû. Di axaftina li ser navê malbatê hatî kirin de, hate gotin ku Rojava weke hêviyekê tê dîtin û daxwazên rewa yên gelê Kurd tên destekkirin.

Hat ragihandin ku li Elmanyayê hîna 9 aktîvîstên Kurd, bi hinceta maddeya 129b li girtîgehê tên ragirtin.