BI DÎMEN

Di nobeta azadiyê ya li Cenevreyê de şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, gihişt hefteya 257’an. Di çalakiyê de şehîdên Komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn.

Nobeta Azadî ji Rêber Apo re ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 257’an de dewam kir.

Çalakiya vê hefteyê, di şexsê Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de di komkujiya duyemîn a Parîsê de şehîd bûn, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre, Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce ku nobeta vê hefteyê dewr girt, bi wesîleya salvegera sêyemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna her sê şehîdan hate kirin û sê şoreşgerên jin ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ev komkujî wekî parçeyek ji polîtîkayên înha û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst e ku derbasî Ewropayê bûye, di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girt.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Qetilkirina şoreşgerên ku di oxira nirxên mirovahiyê de canê xwe feda kirine, êrîşa li dijî tevahî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, di serî de xelkê Fransayê hemû gelên li Ewropayê ji bo ronîkirina van komkujiiyan tevî gelê Kurd têbikoşe û alîgirê şoreşger û nirxên mirovahiyê bin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, hate kirin û wiha hate gotin: “Serketina pêvajoyê, bi xwedîderketina li bîranînên şehîdên me û avakirina welat û jiyaneke demokratîk re girêdayî ye. Rêxistinbûna li ser bingeha demokratîk, yekîtiya komunan û jiyana azad xeyala hevpar a hemû şehîdên me bû. Ev xeyal îro ji me re wekî mîrate maye. Divê hemû jin û ciwan bizanibin ku îfadeya herî watedar a di şexsê Evîn Goyî de girêdanbûna bi şehîdan re, parastin û mezinkirina azadî û şoreşa jinan e.”

Di daxuyaniyê de ev bang hatin kirin, “Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe bi taybet jin û ciwanan dikin ku tevlî çalakiyên di navbera 23 Kanûnê- 9’ê Çileyê de bêne lidarxistin bibin û heta ku kujerên rast hesabê bidin têkoşîna li kolanan mezin bikin.

Herî dawî em bang li hemû gel û jinan dikin ku tevlî meşa ku di 10’ê Çileya 2026’an de li Parîsê were lidarxistin, bibin.”