BI DÎMEN

Bîranîna komkujiya Parîsê: ‘Têkoşîna Kurdan hafizeya Parîsê ye’

Li Parîsê, yek ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, muzîkjen Mîr Perwer û endamê komeleyê Abdurrahman Kizil ku 23’yê Kanûna 2022’yan hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn. Namzetê koalîsyona çepgir a Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê jî tevlî bîranînê bû.

BÎRANÎNA KOMKUJIYA PARÎSÊ

Piştî çend salan li ser du êrîşên cuda yên li dijî tevgera Kurd a li Parîsê, sûcdar û hêzên li pişt wan hîn jî nehatine dîtin. Bêcezatiya piştî komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan û 23’yê Kanûna 2022’yan hîn jî dibe sedema nerazîbûnan.

Di salvegera komkujiya duyemîn de, li ber Navenda Demokratîk a Kurdistanê ya Parîsê çalakiyek bîranînê hate lidarxistin. Wêne, gul û find li cihên ku Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil lê hatibûn qetilkirin, hatin danîn. Yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di komkujiya sala 2013’yan de hatibûn qetilkirin, jî di heman çalakiyê de hatin bîranîn.

‘EM Ê ŞÎN NEKIN, EM Ê HESAB BIPIRSIN’

Çalakiya bîranînê, bi deqeyeke rêzgirtin, dest pê kir. Piştre hevserokên CDK-F’yê Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan axivîn. Fevziye Erdemîrcî, diyar kir ku ev roja reş hê bo wan êşek mezin e û got, “Heta komkujî neyên ronîkirin, dosyeyên veşartî neyên vekirin em ê ji vir neçin. Em ê şopdarê wan bin. Em ê şîn nekin, em ê hesab biprisin.”

NAYÊ JIBÎRKIRIN

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Cahîde Goyî axivî. Cahîde Goyî, hemû şehîd bibîr anî û got, “Kujer diyar in. Dewleta Fransa bibêdengiya xwe nikare van bûyeran bi me bide jibîrkirin. Em ê jibîr nekin û nedin jibîrkirin.”

‘ÊRÎŞA LI SER KURDEK ÊRÎŞA LI SER HEMÛ PARÎSIYAN E’

Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard, jî diyar kir ku edalet hîn jî nehatiye bicihanîn û got, “Êrîşa li ser Kurdek êrîşa li ser hemû Parîsiyan e” û behsa hevgirtina bi Kurdan re û girîngiya jiyana hevpar kir.

Cîgira Şaredara Parîsê Helene Bidard, komkujiya 2013’yan wekî "jinkujiya siyasî" bi nav kir û got ku jinên Kurd ji ber ku ew nûnerên aştî û edaletê ne, hatine hedefgirtin.

‘JI BO ŞEHÎDAN WÊ EDALET PÊK WERE’

Emmanuel Gregoire, şehîdên her du komkujiyan bibîr anî û anî ziman ku di her du komkujiyan de gumanên terorîzma dewletê hene. Emmanuel Gregoire, got ku Parîs dê bibe bajarê azadiya demokratîk a ramanê û hevgirtina bi Kurdan re. Gregoire, daxwaza eşkerekirina rastî û bicîhanîna edaletê dubare kir.

TÊKOŞÎNA KURDAN HAFIZEYA PARÎSÊ YE

Serokê komeleya dijî nijadperestiyê SOS Racisme Dominique Sopo, diyar kir ku heta ew kesên ku ji bo ewlehiyê hatine jî bi têra xwe nehatine parastin û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo edaletê bi israr berdewam bike. Sopo, rexne li ranekirina sirên dewletê kir û piştgiriya xwe ji bo Kurdan û ji bo heqîqetê anî ziman.

Senatorê çepgir Ian Brossat, hevseroka Koma Komunîst a li Meclîsa Bajarê Parîsê Raphaelle Primet, berpirsê Partiya Sosyalîst Dylan Boutiflat, hevserokê Komeleya Dostaniya Fransa-Kurdistanê Pascal Torre û tevgera dijî nijadperestiyê MRAP jî beşdarî çalakiya bîranînê bûn.