BI DÎMEN

Li Îngiltereyê li dijî serdegirtinên KCC’ê daxuyaniya çapemeniyê

Li Londra, Liverppol û Edinburghê piştî serdegirtinên polîsan ên li ser Navenda Civaka Kurd (KCC) û malên aktîvîstên Kurd, bi armanca balkişandina ser pêvajoya dozê ya ku dê di 5’ê Rêbendana 2026’an de dest pê bike, daxuyaniyek hate dayîn.

Li Londonê, Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina serdegirtinên polîsan ên ku di 27’ê Mijdara 2024’an de li ser Navenda Civaka Kurd (KCC) û malên endamên civaka Kurd pêk hatibûn, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Daxuyani hate dayîn da ku balê bikişînin ser pêvajoya dadgehkirinê ya ku dê di 5'ê Rêbendana 2026'an de dest pê bike.

Nûnerên saziyên Kurd, sosyalîst, rêxistinên demokratîk û gelek endamên civakê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev serdegirtin ne tenê li dijî cihekî ne, lê li dijî hebûna birêxistinkirî, nasnameya siyasî û vîna kolektîf a gelê Kurd in.

'POLÎTÎKAYA TIRSANDINÊ YA SÎSTEMATÎK'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyonên beriya salekê ne tesadufî ne û hate gotin ku ev beşek ji polîtîkaya sîstematîk a tirsandin û krîmînalîzekirinê ye ku têkoşîna demokratîk a gelê Kurd hedef digire.

Teksta daxuyaniyê bi Kurdî, tirkî û Îngilîzî hate xwendin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku serdegirtina KCC’ê ya di 27’ê Mijdara 2024’an de û operasyonên polîsan ên heman rojê yên li ser malên gelek aktîvîstên Kurd, bi armanca krîmînalîzekirina civaka Kurd a li Brîtanyayê hatine kirin.

Çalakgeran destnîşan kirin ku pêvajoya dozê ne tenê darizandina kesan e, lê darizandina vîna gelê Kurd e û diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên zextê têkoşîna xwe bidomînin.

LI EDINBURGH Û LIVERPOOLÊ PROTESTOYÊN HEMWEXT

Di salvegera yekem a operasyonên li dijî civaka Kurd di Mijdara 2024’an de, li Liverpool û Edinburghê daxuyaniyên hemwext hatin dayîn. Di çalakiyan de polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî gelê Kurd hatin protestokirin û berî destpêkirina pêvajoya dadweriyê banga hevgirtinê hat kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê dehat diyarkirin ku di Mijdara 2024’an de serdegirtina li ser Navenda Civaka Kurd (KCC) li Londonê pêkanîneke siyasî ya li dijî civakê bû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dîtina Kurdan wekî "mijarek siyasî ku were şopandin û sînordarkirin" bê edaletî ye û tirsê diafirîne.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku nêzîkatiya teng û ewlehiyê ya Brîtanyayê ya li dijî siyaseta Kurd nayê qebûlkirin û hat bibîrxistin ku pêvajoya dadwerî wê di 5’ê Çileya 2026’an de dest pê bike û krîmînalîzekirina kolektîf binpêkirina mafên mirovan e. Çalakî bi banga hevgirtinê ya ji bo raya giştî ya demokratîk bi dawî bû.