Li Malmoyê cejna vejînê bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Malmo yê Swêdê pîrozbahiya Cejna Vejînê bû yek ji çalakiyên herî girseyî yên salên dawî.
Li bajarê Malmo yê Swêdê pîrozbahiya Cejna Vejînê bû yek ji çalakiyên herî girseyî yên salên dawî.
Li bajarê Malmo yê Swêdê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokên Meclîsê silav dan girseya gel û Cejna Vejînê pîroz kirin.
Di çalakiyê de ku yek ji pîrozbahiyên herî girseyî yên salên dawî bû, işaret bi girîngiya paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo hate kirin. Parlamentera berê ya HDP'ê Feleknaz Ûca li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin wê destketiyên girîng ji bo gelan bi xwe re bîne. Ûca ji b pêvajo veguhere aştiyê divê tavilê sererastkirinên hiqûqî bêne kirin û Rêber Apo azad bibe.
Ûca diyar kir ku Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ji 52 salan hebûna gelê Kurd li tevahiya cîhanê da ispatkirin û destnîşan kir ku dema azadiya vî gelî hatiye. Ûca bang li gelê Kurd ê li çar aliyên cîhanê kir ku bi xurtî tevlî têkoşîna civaka demokratîk bibe.
Piştî axaftinan hunermend Xemgîn Bîrhat, Hîva Kobanî-Lavîn Kobanî, Ergîn Xelîkan û Hozan Seyfîn hunera xwe pêşkêş kirin. Koroya Zarokên Rojê û Koma Azadî ya govendê jî derkete ser dikê û hunera xwe nîşan dan.
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.