Li Helsingborg û Viyaneyê komkujiyên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê û bajarê Viyana ya Awusturyayê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê û bajarê Viyana ya Awusturyayê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên bîranînê de hate diyarkirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de gelek caran rastî komkujiyan hatine û di vê pêvajoyê de berdêlên giran dane. Axaftvanan destnîşankirin ku komkujiyan Kurdan zêdetir bi nirxên wan re dane girêdan û gel piştî van komkujiyan zêdetir birêxistin bûne.
Piştî axaftinan, bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir. Beşdaran bi dirûşmeya “Şehîd Namirin!” êşên xwe parve kirin. Çalakî bi pêşandana vîdeoya muzîkê ku ji stranên Mîr Perwer pêk dihat, bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awusturya Viyaneyê komkujiyên Mereş û Roboskiyê bi organîsazyona Komela Kurd hatin bibîranîn.
Çalakî ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de îşaret bi pêvajoya dîrokî ya komkujiyan hate kirin û bal kişandin ser êşên ku di bîra hevpar a gelan de çêkirine.
Di axaftinan de rexne hat kirin ku hîna berpirsên komkujiyan nehatine darizandin û heta diyarkirin ku wê têkoşîna edaletê dewam bike.
Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê û dirûşmeyan bi dawî bû.