Li Fînlandiyê 3 Kurdên binçavkirî bi şert hatin berdan
Li Fînlandiyayê 3 çalakvanên Kurd ên destpêka meha Mijdarê hatin binçavkirin, bi şert hatin berdan.
Li Fînlandiyayê 3 çalakvanên Kurd ên destpêka meha Mijdarê hatin binçavkirin, bi şert hatin berdan.
Kurdistaniyên ku 3'ê Mijdarê di serdegirtina polîsan a li ser mizgeft û komeleyê de hatibûn binçavkirin, bi şert hatin berdan.
Aktîvîstên Kurd ên li Fînlandiyayê Naîm Acar, Ramazan Koyûn û Metîn Çelîk ên binçavkirî hatin berdan.
Tê gotin, polîsan ji ber ku ti delîlên sûc peyda nekirine, Kurdistanî zû berdane.
Hate ragihandin ku lêpirsîna li ser mijarê wê heta 15'ê Sibatê dewam bike.