BI DÎMEN

Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li Swîsreyê hatin bibîranîn

Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê yê Girtîgehê li bajarên Cenevre û Baselê yên Swîsreyê bi panelan hatin bibîranîn. Di panelan de banga hevrûbûna komkujiyan hat kirin.

Ji bo salvegera komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê yê Girtîgehê li bajarên Cenevre û Baselê yên Swîsreyê panel hatin lidarxistin. Di panelên ku ji hêla Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Ewropayê (ADGB) ve hatin lidarxistin de, komkujî hatin destgirtin, berpirsiyariyên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku divê kesên ku di komkujiyan de rol lîstine bên eşkerekirin û cezakirin.

CENEVRE


Ji hêla ADGB’ê ve li Hola Konferansê ya Gandî ya li Cenevreyê çalakî hat lidarxistin.Panel bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û paşê sînevîzyon hat pêşandan. Piştre panela bi sernavê "Mereş, 19’ê Kanûnê, Roboskî: Em dikarin çawa ji pençê komkujiyan rizgar bibin?” a ku Hevseroka FEDA’yê Songul Aslan moderatoriya wê kir, hat lidarxistin.

Di panelê de siyasetmedar Ferhat Encu yê ku di komkujiya Roboskî de gelek xizmên xwe winda kir, siyasetmedar-rojnamevan Çîlem Kuçukkeleş; û Hasan Sevim ê ku şahidiya Komkujiya 19’ê Kanûna 2000’an kir wekî axaftvan beşdar bûn.

Çîlem Kuçukkeleş ewilî axivî û li ser Komkujiya Mereşê pêşkêşiyek kir û got, "Dema ku DAÎŞ cara yekem derket holê, her kes matmayî ma. Lê tiştê ku li Mereşê qewimî tam zîhniyeta DAÎŞ'ê ye. Ji bilî hovîtiya ku hatiye kirin, heta şermezarkirina komkujiyê jî qedexe bû. Divê em vê komkujiyê qet ji bîr nekin."

Piştre Hasan Sevîm axivî û pêvajoya li girtîgehan û berxwedana girtiyan vegot. Sevîm ev tişt anî ziman: "Îro girtiyên şoreşger di girtîgehên çala bîrê têne tecrîdkirin û hewl didin wan tine bikin. Têkoşîna li dijî van êrîşan li her derê berdewam dike. Ez bang li her kesî dikim ku li hember binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan diqewimin bêdeng nebin.”

Ferhat Encu herî dawî axivî û li ser Komkujiya Roboskî pêşkêşiyek kir. Encu diyar kir ku dewleta Tirk li Roboskî 34 sivîl hedef girt, qetil kir û lêpirsîn ji hêla dozgeran ve hat girtin û got, “Komkujiya Roboskî bi zanebûn li quncikên tarî yên Enqereyê hat windakirin. Berpirsiyar nehatin cezakirin. Ger dewlet qala aştiyê bike, divê pêşî bi van komkujiyan re hevrû were.”

Panel pirs û bersivan bi dawî bû.

BASEL

Ji hêla ADGB’ê ve li Hola Konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê çalakî hat lidarxist. Çalakî bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir. Piştre li ser komkujiyên ku di Kanûnê de qewimîne pêşkêşiyek kurt hat kirin û paşê sînevîzyon hat pêşandan.

Piştre panela bi sernavê "Mereş, 19’ê Kanûnê, Roboskî: Em dikarin çawa ji pençê komkujiyan rizgar bibin?” hat lidarxstin. Panela ku moderatoriya wê Mîne Nazarî kir, siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr, akademîsyen Munevver Kizilca û Hevseroka AVEG-KON’ê Esra Asiye Guden wek axaftvan beşdar bûn.

Munevver Kizilca di pêşkêşiya li ser Komkujiya Mereşê de, şert û bûyerên wê demê vegot. Esra Asiye Guden a ku şahida 19’ê Kanûna 2000’an a li ser girtîgehan ku wekî "Operasyona Vegera Jiyanê" tê zanîn, li ser êrîşan nirxandin kir.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr di pêşkêşiya xwe de li ser Komkujiya Roboskî û pêşketinên siyasî yên piştre qewimîn rawestiya û got, "Komkujiya Roboskî ya ku di sala 2011'an de  ji aliyê dewletê ve hat kirin, helwesta dewletê ya li hember gelê Kurd nîşan dide. Komkujiyên ku ji her deh salan carekê pêk tên, encama têgihîştina tekparêzî ya dewletê ye."