Tedawiya siyasetmedar Selîm Sadak li Heilbronn’ê didome
Hat ragihandin ku rewşa siyasetmedar Selîm Sadak ê li nexweşxaneya bajarê Heilbronn ê Elmanyayê cidiyeta xwe didomîne.
Hat ragihandin ku rewşa siyasetmedar Selîm Sadak ê li nexweşxaneya bajarê Heilbronn ê Elmanyayê cidiyeta xwe didomîne.
Tedawiya siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê li SLK Klinikum a bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, didome. Rewşa Sadak ê ku nêzî 6 meh in tedawiya penceşêrê dibîne, şeva Înê giran bû û piştre bi pêşniyara bijîjkan li nexweşxaneyê hate kontrolkirin. Hat ragihandin ku rewşa wî cidiyeta xwe didomîne.
Li gorî agahiyên ku vê siharê ji malbata wî hatine wergirtin, bijîjkan diyar kiriye ku bedena wî bersiva dermanan dide û ev yek hêviyeke mezin e. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya wî li gorî duh hîn baştir e û Selîm Sadak niha bi dermanan tê razandin.
Bijîjkan ragihand ku enfeksiyon belavî hemû bedena wî bû û duh hema bêje hêviya wan qet nebû. Hate diyarkirin ku îro bedena wî bersiva dermanan da û ev yek hêviyê dide. Hat destnîşankirin ku rewşa tenduristiyê ya Sadak hîna krîtîk e û cidiya xwe didomîne.
Malbata Selîm Sadak û hevalên wî yên têkoşînê, li ber nexweşxaneyê ne û bendewariya xwe ya ji bo hêviyê didomînin.
Selîm Sadak ê ku sala 1954’an li gundê Bafê ya navçeya Îdil a Şirnexê hate dinê, dibistana xwe ya seretayî û navîn li Îdilê temam kir. Piştre li Beşa Bîrkarî ya Fakulteya Perwerdeyê ya Amedê perwerde dît.
Di hilbijartinên giştî yên parlamenteran a 1991’an de ji lîsteyên Partiya Kedê ya Gel (HEP) û Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) kete hilbijartinê û bû parlamenterê Şirnexê yê dema 19’an a Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM).
3’yê Adara 1994’an mafê destnedanê yê Selîm Sadak, hate rakirin û 17’ê Adara 1994’an bi parlamenteran re ku Leyla Zana, Hatîp Dîcle û Orhan Dogan jî di nav de bûn, hatin girtin. Sadak nêzî 10 salan li girtîgehê ma, Hezîrana 2004’an bi biryara Dadger hate berdan.
Sadak piştî hate berdan, têkoşîna xwe ya siyasî domand. Di avakirina Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) de cih girt û weke endamê desteya rêveber wezîfe meşand. Sala 2009’an ji DTP’ê ji bo Serokatiya Şaredariya Sêrtê hate hilbijartin.
Heman salê di çarçoveya operasyonên weke doza sereke ya KCK’ê tên zanîn de Selîm Sadak hate girtin û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Sadak ji ber dozên ku li Tirkiyeyê dewam dikin, neçar ma biçe Ewropayê û ji sala 2021’an û vir ve li Heilbronn’ê jiyana xwe didomîne.
Selîm Sadak nêzî saleke bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşe, tedawiya wî di bin çavdêriya bijîjkên pispor de didome.