Komkujiyên meha Kanûnê li Cenevreyê hatin protestokirin
Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate protestokirin. ADGB’ê banga rûbirûbûna komkujiyan û darizandina kujeran kir.
Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate protestokirin. ADGB’ê banga rûbirûbûna komkujiyan û darizandina kujeran kir.
Yekîtiya Hêzê ya Demokraktîk a Ewropayê (ADGB) bi armanca protestokirina komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê ya Girtîgehê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Cenevre yê Swîsreyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê dewleta Tirk kujerên komkujiyan eşkere bike, bidarizîne û rûbirûyê van sûcan were.
Daxuyaniya ku li Qada Nation hate dayîn, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre, li ser navê ADGB’ê, endamê Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê Alî Orak axivî û wiha got, “Em îro ji bo bîranîna komkujiyên Mereş, 19’ê Kanûnê ya Girtîgehê û Roboskiyê li vir kom bûn. Me van komkujiyan ji bîr nekin û em ê ji bîr nekin. Em ê heta ku hesab bipirsin, têkoşîna xwe bidomînin.”
Metna daxuyaniyê ya li ser navê ADGB’ê, Hevserokê FEDA’yê Songul Aslan xwend.
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku meha Kanûnê yek ji wan serdeman e ku di dîroka Tirkiye û Kurdistanê de li dijî Elewî, şoreşger û Kurdan komkujiyên herî bi xwîn pêk hatine û hate destnîşankirin ku di 19- 26’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê li dijî Kurd û Elewiyên Tirk qirkirineke plankirî û di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên li Mereşê qewimîn ne êrîşeke ji rêzê bû û hate diyarkirin ku êrîş hatin plankirin, rêxistinkirin û di bin çavdêriya dewletê de hate meşandin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîş bi destê komên paramîlter ku ji aliyê dewletê ve têne beralîkirin hatiye pêkanîn û polîs û leşker destwerdanê nekirine û bangên alîkariyê bêyî bersiv mane.
Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi “Operasyona Vegera li Jiyanê” ku di 19’ê Kanûna 2000’an de pêk hat hate kirin û hate diyarkirin ku di operasyonên hemwext ên 20 girtîgehan de zêdeyî 30 girtiyên siyasî hatine qetilkirin û bi sedan birîndar bûne. Hate destnîşankirin ku ev êrîş yek ji rûpelên herî tarî ya dîroka girtîgehan e.
Di hemam demê de hate bibîrxistin ku 28’ê Kanûna 2011’an li Roboskiyê di encama bombebaran balafirên şer de 34 gundiyên Kurd ku piraniya wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dane û kujer hîna nehatine darizandin.
Hate diyarkirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derfetên girîng pêşkêş dike û hate destnîşankirin ku rûbirûbûyîna bi komkujiyan re şertê bingehîn a pêvajoyê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Bêyî rûbirûbûnê edalet nabe, bêyî edaletê aştî nabe” û ev daxwaz hatin rêzkirin:
-Divê kirdeya hemû komkujî û qirkirinan were eşkerekirin û werin darizandin.
- Divê gorên winda werin tespîtkirin û radestî malbatên wan were kirin.
- Têkildarî komkujiyan divê ji aliyê dewletê ve hesab ji civak û malbatan re were dayîn.