EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Brukselê ji ber sûcê qirkirina li ser Êzidiyan ceza li DAÎŞ’iyekî hate birîn
Dadgeha Cezayî ya Brukselê, ji ber qirkirina li ser Êzidiyan li endamê DAÎŞ’ê yê bi navê Sammy Djedou cezayê muebetê birî. -
Li Swîsreyê Kurd wê konferansa serdema nû lidar bixin
Kurdên li Swîsreyê dijîn, wê konferanseke bi sernavê ‘’Birêxistinbûna Civaka Demokratîk û erkên me yên serdema nû’’ li dar bixin. -
KCDK-E bang li Finlandiyê kir: Dawî li krîmînalîzekirina civaka Kurd bînin
KCDK-E, diyar kir ku Finlandiya civaka Kurd hedef digire û operasyona binçavkirinê şermezar kir. KCDK-E, got divê desthilatdariya Finlandiya li gorî serweriya hiqûqê tevbigere. -
Seyîd Riza û hevrêyên wî li Swîsreyê hatin bibîranîn
Di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de, li bajarên Cenevre û Zurihê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de ev peyam derket pêş, “Ji bo Dersimê edalet, ji bo bîrê berxwedan.” -
Li Fûara Pirtûkan a Mîlanoyê berxwedana Rojava û têkoşîna jinên Kurd hatin vegotin
Di Fûara Pirtûkan a ku li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate lidarxistin de, pirtûka nivîskara Kurd Denise Bilgin a bi navê “Ewrên Baranê – Pioggia di Nuvole” ku behsa berxwedana Kobanê dike, hate nasandin. -
Li Strasbourgê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya ji bo 3 rojan destpê kir
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi daxwaza ku komîsyona navneteweyî ku bê avakirin, serdana Îmraliyê bike, çalakiya ji bo 3 rojan hate lidarxistin. Eleqeyekî mezin ji bo roja ewil a çalakiyê hate hat dayîn. -
Li Sydneyê li ser şoreşa Rojava resepsiyon hate lidarxistin
Li Sydneyê, li Parlamentoya Eyaletê resepsiyonek li ser mijara Şoreşa Rojava li dar xis. Nûneran bal kişandin ser mafê çarenûsa gelan û peyama têkoşîna ji bo pêşerojeke azad dan. -
NCDK: Em krîmînalîzekirina civaka Kurd li Fînlandiyayê şermezar dikin
NCDK, binçavkirinên ku di 3'yê mijdarê de hatin kirin û îro li hin malan lêgerîn hate kirin şermezar kir û got, "Em bang li rayedarên Fînlandiyayê dikin ku proseyê li gorî serweriya hiqûqê, dadmendî û prensîbên mafên mirovan bimeşînin." -
Elmanyayê li ser modela leşkeriya dilxwaz li hev kir
Partiyên ku li Elmanyayê koalîsyona desthilatdariyê pêk tînin, piştî mehên dirêj ên gengeşiyan, li ser modelek nû ya leşkeriya li ser bingeha dilxwaziyê li hev kirin. Armanca reformê, xurtkirina Bundeswehr (Artêşa Elman) e ku kêmasiya personelan dijî. -
Welatparêzê Kurd Edîp Akay li Swêdê koça dawî kir
NCDK-Swêdê ragihand ku welatparêz û kedkarê civaka xwe Edîp Akay li Swêdê koça dawî kir û sersaxî ji Akay û gelê Kurd re xwest. -
Şehîd Arjîn Besra Varto li Marsîlyayê hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Arjîn Besra Varto a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi tevlîbûna malbata wê hat bibîranîn. -
Çalakvanên Cenevreyê: Divê êdî gavên pratîkî bên avêtin
Çalakiya nobetê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya NY’ê dewam dike, gihişt hefteya 251’an. Çalakvanan destnîşankirin ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” divê êdî ji gotinê derkeve û veguhere çalakiyê. -
Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê: Divê dewlet tavilê gava qanûnî biavêje
Di hefteya nû ya Nobeda Azadiyê de ku ji bo azadiya Rêber Apo zêdeyî 13 sal in li Strasbourgê dewam dike, komek ji berlin û Strasbourgê nobed dewr wergirt. -
KCDK-E: Dengê ku li Kolnê bû, divê li hemû qadên Ewropayê olan bide
KCDK-E’yê ji bo meşa ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê hate lidarxistin, spasiya hemû beşdarvanan kir û got: ‘’ Dengê ku li Kolnê bilind bû, divê li hemû qad, bajar û kolanên Ewropayê olan bide.’’ -
Li Belçîkayê mamoste ketin grevê
Li dibistanên li herêma Federasyona Valon-Bruksel a Belçîkayê, vê Duşemê greva mamosteyan bi tevlîbûneke berfireh destpê kir. -
Li Bonnê bîranîna çar şehîdan
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê Nûcan Gabar, Dijwar Nûrheq, Întîqam Qendîl û Brûsk Hejano hatin bîranîn. -
Li Saint-Avoldê sê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Saint-Avold yê Fransayê, di şexsê şervana YPJ’ê Arîn Serhed a ku li Kobanê şehîd bû, birayê wê Şehîd Rêzan Rûken û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Cemşîd Elî Eskerî de, hemû şervanên azadiyê hatin bîranîn. -
Li Viyanayê şehîd Şêrko Mistefa hate bibîranîn
Li Viyanayê, ji bo Şêrko Mistefa (Birûsk Hejano) yê ku di 2'yê Mijdarê de şehîd bû, merasîmeke bîranînê hate li darxistin. Malbat û beşdaran di vê çalakiyê de dilsoziya xwe ya bi mîrateya têkoşînê re anîn ziman. -
Şehîd Erdal Tekoşer û hevrêyên wî li Marsîlyayê hatin bibîranîn
Li bajarê Marsilya ya Fransayê, Erdal Tekoşer (Yakup Tuncer) ku di sala 2010’an de li Xakurkeyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û hevrêyên wî, bi çalakiyekî hatin bibîranîn. -
Li Heilbronê 5 şehîd hatin bibîranîn
Meclîsa Heilbronn û KOMAW’ê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, ji bo 5 şehîdan çalakiya bîranînê li dar xist. -
Hunermendê Kurd Şerîf Ogûr li Elmanyayê hate binçavkirin
Hunermendê Kurd Şerîf Ogûr ku li bajarê Attendorn ê Elmanyayê dimîne, 5'ê Mijdarê ji bo dirêjkirina dema rûniştinê çûbû Daîreya Biyaniyan a Olpe, lê hate binçavkirin. -
Li Viyanayê meşa 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu’ hate lidarxistin
Li Viyanayê, bi hezaran kes bi şîara 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu’ meşiyan û wiha gotin, “Ev ne azadiyeke takekesî ye, azadiya hemû gelan e. Ji bo avêtina gavên rast, azadiya Rêber Apo şert e.” -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Lîmasolê mitîng hate li dar xistin
Gelê Kurd ê li Qibrisê dijîn û dostên wan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Şaredariya Lîmasolê mîtîngek lidar xistin. -
Mitînga Kolnê bi banga ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ bi dawî bû
Gelê Kurd û dostên wan, di mitînga mezin a Kolnê de bangên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk dubare kirin. Mitîng bi teqezkirina, “Azadiya Rêber Apo mifteya aştiyê ye” bi dawî bû. -
Li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo meşek mezin hat lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mîtînga mezin di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de hat lidarxistin, berdewam dike.