BI DÎMEN

Li Berlîn, Bremen û Viyanayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn

Di çalakiyên ku di şexsê şehîdên Parîsê de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn de, hat destnîşankirin ku kujerên komkujiya Parîsê hîn nehatine eşkere kirin û banga dadweriyê hate kirin.

Li bajarên cuda yên Elmanya û Avusturyayê pêşengên têkoşîna azadiya Kurd û şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn.

BERLÎN

Li paytexta Fransayê Parîsê, di 9’ê Rêbendana 2013’an de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî); her wiha di 23’yê Kanûna 2022’yan de Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer, welatparêz Abdurrahman Kizil û di heman demê de pêşengên têkoşîna jinên Kurd ên ku di demên nêz de şehadeta wan hatibû ragihandin Berfîn Nûrhaq (Hanım Xanê Demir) û milîtanê xeta fedayî ya Apoyî Sema Roza (İnci Sumbul) hatin bîranîn.

Bi banga Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hevî, Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk hatin cem hev û bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di bîranîna ku moderatoriya wê Menekşe Kizildere dikir de, endama Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayika Gozê behsa bîranînên xwe yên bi şehîdên li Parîsê re kir û got: “Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê em li ser şopa şehîdên xwe bimeşin; ji bo pêkanîna xeyalên wan û şînkirina hêviyên wan, divê em têkoşîna xwe bidomînin.”

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zekiye Nurhaq di axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo bîranîna şehîdên xwe hatine cem hev. Dema em şehîdên xwe bi bîr tînin, em ê di heman demê de lêgerîna xwe ya rastiyê jî bidomînin. Li navenda Ewropayê şeş hevalên me hatin qetilkirin. Em jî wek Kurdên li Ewropayê şehîdên xwe bi bîr tînin û ji bo derketina rastiyan têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna me di esasê xwe de lêgerîna rastiyê ye. Mirovek dema tê cîhanê dijî; ev jiyan bi xwe jî di rastiyê de lêgerîna rastiyê ye. Lewma di rastiya têkoşîna azadiya Kurd de jî lêgerîna rastiyê heye.

Kurd hatin înkarkirin, hatin tunekirin, hatin piçûkxistin û rûmeta wan hate şikandin. Me jî li dijî vê têkoşîn da û em didomînin. Me berdêlên giran dan; lê di qonaxa ku em gihîştinê de rastî derketin holê. Nexwe ev rastî çi ye? Hişmendiya Kurdbûnê ye. Ji ber vê yekê lêgerîn û têkoşîna me ji bo rastiyê ye.

Hevala Sakîne di vê rêya ku li Enqereyê dayî destpêkirin de ne tenê têkoşînek meşand; di heman demê de têgihiştinek û hişmendiyek jî ava kir. Mîna jineke Kurd, hişmendiya jinê di şexsê xwe de ava kir.”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmên “Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. Ji bo meşa ku dê roja Şemiyê, 10’ê Rêbendana 2025’an saet di 14:00’an de li Alexanderplatz–Rotes Rathaus Berlînê dest pê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Parîsê hatibûn qetilkirin, û ji bo damezirînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Rêbendana 2013'an de li heman bajarî hatibûn qetilkirin, bîranîn hate lidarxistin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê ya Bremenê hate lidarxistin de, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Sebahat Ergun axaftin kir. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan jî Şerzad Seydalî têkoşîn û mîrasa şehîdan bi bîr xist.

Gel û axaftvanên beşdarî çalakiyê bûn, şehîdên Parîsê bi bîr anîn û bertekên xwe yên li dijî komkujiyê anîn ziman. Piştî axaftinên ku tê de bang hate kirin ku kujerên komkujiyê demildest werin eşkere kirin, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

VİYANA

Li paytexta Avusturya Viyanayê, bi organîzasyona DEM KURD’ê bi sedan Kurdistanî şehîdên Parîsê bi bîr anîn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser mîras û rûhê berxwedanê yê Şehîdên Azadiya Kurdistanê. Di dawiyê de sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate pêşkêşkirin û bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.