BI DÎMEN

Li Bellinzonayê ji bo Azadî Helepçe sersaxî hatin qebûlkirin û şehîdên çapemeniyê hatin bi bîranîn

Li kantona Ticino ya Swîsreyê, rojnamegerên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin hatin bîranîn; her wiha ji bo yek ji gaziyên YPJ'ê Azadî Helepçe ya ku di rojên borî de şehadeta wê hatibû ragihandin ji aliyê malbata wê ve sersaxî hatin qebûlkirin

Ji bo rojnamegerên ku dewleta Tirk ew kirin hedef û qetilkirin, Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Rizgar Adanmiş, li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê bi pêşengiya Komelaya Malbatên Şehîdan (KOMAW) çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de, ji bo endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervana YPJ’ê Azadî Helepçe ya ku di 10’ê Kanûnê de şehadeta wê hatibû ragihandin jî sersaxî hatin qebûlkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdan, nûnerê KOMAW’ê Serhed Hadîoglû axivî. Hadîoglû destnîşan kir ku şehîd ji bo gelê Kurd rê nîşan didin û got: “Ew piştî ku şehîd dikevin jî rêya me ronî dikin. Xwedîderketina li wan, xwedîderketina li têkoşîna wan e. Ew me tînin ser rêya rast. Em ê heta hetayê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Rojnameger Ferzende Taşan ê beşdarî bîranînê bû, bi bîr xist ku Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn di oxira çapemniya azad de şehîd ketine. Taşan got: “Hem Nazim hem jî Cîhan ji bo ku rastiyan bigihînin gel, canê xwe dan. Em li ber kedkarên çapemniya azad bi rêzdarî serê xwe ditewînin.”

Apê Rizgar Adanmiş, Nurettîn Adanmiş jî diyar kir ku malbata wan ji ber nasnameya xwe ya welatparêziyê her tim dibe hedef û got: “Rizgar ji temenê xwe yê piçûk ve di nav têkoşînê de bû. Em ê her tim xwedî li mîrasa ku şehîdên me ji bo me hîştine derkevin.”

Di dawiyê de, birayê Azadî Helepçe, Recep Bekîr axaftineke kurt kir. Bekîr diyar kir ku navê Helepçe wî bi xwe li xwişka xwe kiriye. Bekîr di dema axaftina xwe de kêliyên bi hestiyar jiyîn û beşdaran bi dirûşmên “Şehîd Namirin” piştgirî danê.

Di çarçoveya çalakiyê de sînevîzyonek li ser şehîdan hate nîşandan. Bîranîn, bi qebûlkirina sersaxiyan a ji bo şehîda YPJ’ê Azadî Helepçe ku heta êvarê dewam kir, bi dawî bû.