KCDK-E: Em Cejna Êzî ya gelê me yê Êzîdî pîroz dikin
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Êzî pîroz kir ku xwest ku Cejna Êzî ji gelê me yê Êzîdî û hemû Kurdan re “aştî, statû û azadiyê" bîne.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Êzî pîroz kir ku xwest ku Cejna Êzî ji gelê me yê Êzîdî û hemû Kurdan re “aştî, statû û azadiyê" bîne.
KCDK-E bi boneya Cejna Êzî peyama pîrozbahiyê weşand. KCDK-E’yê di peyamê de got, "Em hêvî dikin ku Cejna Êzî ji bo gelê me yê Êzîdî û hemû Kurdan aştî, statû û azadiyê bîne."
Di berdewama peyamê de ev tişt hatin parvekirin:
"Êzidîtî ya ku bawerî û çanda herî qedîm û kevnar a Rojhilata Navîn e, di dîrokê de rastî sirgûn û komkujiyan hatiye. Heta îro jî, gefên li ser bawerî, hebûna neteweyî û çandî ya Kurdên Êzidî berdewam dikin.
Dewletên herêmî ku dijminatiyek mezin li gelê me yê Êzîdî dikin,ji bo berdewamkirina qirkirin û komkujiyê hemû hemû derfetan bi kar tînin. Mîna beşên din ên Kurdistanê, li Şengal jî bi qefa komkujî û qirkirinê re rû bi rû ne û rastî êrîşan tê.
Gelê me yê Êzidî yê ku ewqas komkujiyan re rû bi rû maye,rêya tekane ya pêşîfgirtina qirkirinên nû misgerkirina rêxistinkirina olî, çandî, yekîtiya neteweyî, naskirina statuyê û avakirina Êzdîxanê ye.
Bi boneya vê cejnê divê hemû saziyên Êzidî, rûspiyên bawerî û olî erka yekîtî û rêxistinê bigirin ser xwe, bi mîsogerkirina yekîtiya Êzidiyan re statu û avakirina Şengalê pêk bînin û divê xwedî li Şengalê derkevin.
Wekî KCDK-E, em Cejna Êzî ya gelê me yê Êzidî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn ji bo gelê me yê Êzidî û hemû Kurdan aştî, statû û azadiyê bîne. Em bang li gelê Êzidî, saziyên Êzidî, pêşengên olî û rûspiyên Êzidî dikin ku ji bo statû û ji nû ve avakirina Şengalê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.