Pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' kete rojeva Parlamenta Skoçyayê

Endamê Parlamenta Skoçyayê Bill Kidd pêvajoya aştiyê ya navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk xist rojeva Parlamentê û xwest, têkildarî pêvajoyê helwesteke siyasî ya fermî bê nîşandan.

Pêvajoya li Tirkiyeyê ya navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk di rojeva Parlamentên li Brîtanyayê de ye. Piştî danezana nêrînê ya Parlamenta Galê (Senedd) ku piştgirî da pêvajoyê, vê carê jî li Parlamenta Skoçyayê mijar di asta parlamenter de kete rojevê.

Parlamenterê Glasgowê yê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (MSP) Bill Kidd ji bo pêşketinên têkildarî aştiyeke mayinde ya li Tirkiyeyê ji aliyê Parlamentê ve bê nirxandin, pêşnûmeyek pêşkêş kir. Di pêşnûmeyê de ku Bill Kidd bi navê partiya xwe pêşkêş kir, gavên Tevgera Siyasî ya Kurd û PKK'ê yên ragiahndina agirbestê, fesixkirin û şewitandina çekan, her wiha rêveçûna ber bi pêvajoya derbasbûna siyasî, weke hêmanên bingehîn ên pêvajoyê hate destnîşankirin.

Kidd di pêşnûmeyê de bi bîr xist li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ji bo kontrolkirina pêvajoya bêçekbûn û derbasbûna siyasî komîsyoneke parlamentê ya taybet hate avakirin. Hate destnîşankirin ku ji bo pêvajo derbasî ser zemîna parlamenter bibe ev yek girîng e.

Bill Kidd ji bo pêşveçûna pêvajoya li Tirkiyeyê işaret bi bendewariyên li ser reformên destûra bingehîn ên berfireh kir û anî ziman ku bendewarî ew e ku sererastkirinên welê bikevin rojevê ku mafên nasname, çandî û rêveberiyê yên Kurdan di nava xwe de bihewînin.

Bi pêşnûmeyê re ji Parlamenta Skoçyayê tê xwestin ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê têkildarî pirsgirêka Kurd tê meşandin di asta parlamenter de bê nirxandin. Parlamenter Bill Kidd xwest, ev pêvajo di çarçoveyeke siaysî de bê nirxandin.

Tê payin ku pêşnûmeya pêşkêşî Parlamenta Skoçyayê hatiye kirin di rojên bê de li Parlamentê bê nirxandin û danezanek li ser pêvajoyê bê eşkerekirin.