Di 47’emîn salvegera komkujiya ku di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê li dijî Elewî û çepgiran pêk hat de, li Parîsê çalakiyeke bîranînê hate organîzekirin. Nûnerên MARDEF, FEDA, FUAF, AKM’a Arnouville û AKM’a Nurhakê beşdarî bîranîna li ber Abîdeya Madimakê bûn.
Li ser navê saziyan, Berdevka MARDEF a Fransayê Hatice Ugurlu daxuyaniya çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de Komkujiya Mereşê wekî komkujiyeke ku di bin zanyarî û çavdêriya dewletê de hatiye organîzekirin hate pênasekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dawiya salên 1970’yî de ligel bilindbûna têkoşîna ked û demokrasiyê, daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiya neteweyî û wekheviyê hêzên serdest aciz kiriye û ji bo tepisandina vê pêvajoyê rêbazên faşîst hatine bikaranîn. Hate destnîşankirin ku komkujiyên komî ji bo di civakê de tirsê ava bikin û zemînê ji rejimên nû yên zextê re amade bikin hatine plankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Mereş bi taybetî hatiye hilbijartin; beriya komkujiyê erkdarên fermî û sivîl hatine amadekirin û bi provokasyonên sîstematîk amadekarî hatine destpêkirin. Hate diyarkirin ku bi sedan endamên bi MİT û JİTEM’ê re têkildar û komên faşîst ên sivîl veguhêstine bajêr hatine kirin, malên malbatên Elewî, Kurd û pêşverû ji berê de hatine tespîtkirin. Hate gotin ku bi ser mizgeft, dibistan û saziyên fermî re gotinên nefretê hatine belavkirin û hatiye xwestin ku komkujî bi gotinên olî rewa bibe.
“HETA HESAB NEYÊ PIRSÎN PÊŞIYA KOMKUJIYÊN NÛ NAYÊ GIRTIN”
Hatice Ugurlu diyar kir ku di Komkujiya Mereşê de rêbazên ji faşîzma Naziyan hatine hînbûn yek bi yek hatine sepandin û got ku divê xwedî li bîra komkujiyê bê derketin. Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:
“Bi ser malan de girtin, bêyî ku ferq û cudahî bixin navbera jin, zarok û kal û pîran, mirov kuştin. Jinên ducanî bi hovîtî hatin kuştin, rêbazên li dijî mirovahiyê hatin bikaranîn. Kuştin bi gotinên ‘Tu bikuje, Xwedê wê di axretê de biryarê bide’ hatin teşwîqkirin. Ne emniyet, ne leşker û ne jî hikûmet li holê hebû. Dewletê tenê li komkujiya ku wekî hatibû plankirin dimeşiya, temaşe kir.”
Hatice Ugurlu bi bîr xist ku piştî komkujiya ku çar rojan dewam kir, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin. Piştre dewlet bi rola “rizgarker” derket ser dikê û li 11 bajaran rewşa awarte hate ragihandin. Ugurlu anî ziman ku kujerên komkujiyê bi darizandinên formalîte hatin parastin û beşek ji wan piştre hatin xelatkirin.
Hatice Ugurlu bersiv da kesên ku dibêjin “Birînên kevin nekolin” û got: “Ev birîn a me ye û xwîn jê diçe. Ji ber ku hesabê Mereşê nehat pirsîn, vê hişmendiyê li Sêwas Madimak, Gazî, Roboskî, di girtîgehan de û li gelek derên din hebûna xwe domand. Heta hesab neyê pirsîn, pêşiya komkujiyên nû nayê girtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de banga xwedîderketina li bîra komkujiyê hate kirin; hate gotin ku divê bîranîn bên berfirehkirin, li malan muzeyên bîranînê bêne çêkirin û tiştên qewimîne ji nifşên nû re bên ragihandin. Bîranîn bi dirûşm û tîlîliyan bi dawî bû.