Gelo Skoçya ji bo meseleya Kurd dikare bibe modelek?
Desthilatdariya Tirk bi rêya qeyûman dest li rêveberiyên herêmî yên xwecihî werdide. Di rewşeke bi vî rengî de gelo modela Skoçyayê ji bo meseleya Kurd dikare bibe çareserî?
Desthilatdariya Tirk bi rêya qeyûman dest li rêveberiyên herêmî yên xwecihî werdide. Di rewşeke bi vî rengî de gelo modela Skoçyayê ji bo meseleya Kurd dikare bibe çareserî?
Tîma futbolê ya neteweyî ya Skoçyayê 19'ê Mijdarê di Koma C a Bêjandinên Kûpa Cîhanê ya FIFA ya 2026'an de di rêza 6'emîn de, di maça dawî de jî Danîmarka bi encama 4-2 têk bir û kom bi lîderiyê qedand. Skoçya bi 4 serketinan, yek wekheviyê û yek têkçûnê bi 13 pûanan li pêş Danîmarkayê bi 2 pûanên zêdetir kom bi lîderiyê qedand. Û piştî sala 1998'an yekemcar bilêta Kûpa Cîhanê bi dest xist. Ji niha ve navê xwe li Kûpa Cîhanê ya FIFA ya 2026'an nivîsnd ku Tirkiyeyê hîn nekarî bilêta xwe werbigire.
Gelo Skoçya dewleteke serbixwe ye ku tevlî Kûpa Cîhanê ya FIFA'yê dibe? Na, Skoçya dewleteke serbixwe nîne. Weke Îngilistan, Wales û Îrlanda Bakur ku Qraliyeta Yekbûyî ava dikin, yek ji wan çar dewletan e. Piştî vê destpêkê, em sala 2014'an bi bîr bixînin.
Di 18'ê Îlona 2014'an de civaka Skoçyayê ji bo referandûma serxwebûnê çû dengdanê. Di çarçoveya Peymana Edinburgê de ku 15'ê Cotmeha 2012'an di navbera Qraliyeta Yekbûyî û Skoçyayê de hate îmzekirin, referandûma serxwebûnê ya Skoçyayê pêk hat. Di referandûmê ji sedî 85 ê hejmara hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Ji sedî 55 ê beşdarên degndanê ji bo yekîtiyê, yanî ji bo dewamkirina têkiliya hiqûqî ya heyî ya bi Qraliyeta Yekbûyî re dengê xwe bi kar anîn. Ji sedî 45 ê beşdaran jî dengê xwe dan serxwebûnê. Di nava dema derbasbûyî de daxwaza ji bo dewleteke serbixwe dewam kiribe jî li gel ku Qraliyeta Yekbûyî ji nava Yekîtiya Ewropayê derket, Skoçya hîn jî di nava Qraliyeta Yekbûyî de ma. Bi bîrxisina têkiliya vê yekîtiyê re em ji nêz ve bala xwe bidin mijarê.
GIRÊDANA BI QRALIYETA YEKBÛYÎ
Dîroka rabûna li ber hev a Skoçya û Îngilîzan digihêje heta sedsala 13'an. Bi sedsala 12'an re Îngilîzan ji aliyê leşkerî, aborî û nifûsê ve serweriya xwe xurt kirin û destpêkê ji rojavayê giravê ber bi bakur ve bi pêş ve çûn. Armanca destpêkê Wales bû. Di sedsala 13'an de Wales ji aliyê rêveberiya Îngilîz ve hate dagirkirin. Piştî Walesê Îngilîzan berê xwe dan bakur û di hedefa wan de Skoçya hebû. Piştî şerekî demdirêj li dû mirina Qralê Skoçyayê Alexander ê 3'emîn, di têkoşîna li ser dsthilatdariyê de daxwaza hakemtiya Qralê Îngilistanê Edward ê 1'emîn hate kirin. Ev yek ji bo Skoçyayê bû xaleke şikestinê. Edward ê 1'emîn John de Bolliol ê nêzî xwe weke qral diyar kir. Bi demê re esîlên Skoç bi rengekî veşartî yan jî eşkere hevkarî bi Îngilîzan re kirin. Skoçya ku di mijarên esil, mîrate û şerê desthilatdariyê de Îngilîz timî weke hakem tevlî dibû, di 5'ê Nîsana 1603'an de bi Îngilîstanê re fermanmayek bi navê Yekbûna Qraliyetan (Union of Crowns) îmze kir û ji aliyê hiqûqî ve bi Îngilistanê ve hate girêdan. Piştî şer, dagirkerî û têkoşînên desthilatdariyê ku piştî 30 salan destpê kirin, di 1702'an de peymana yekîtiyê (The Act of Union) hate îmzekirin. Di sala 1707'an de Skoçya û Îngilîzan bûn yek qraliyet, yek parlament. Rayedarên herdu welatan êdî li bin sîwana parlamenta li Londonê (Westminister) bûn yek. Di çarçoveya lihevkirinê de hiqûq û dadgehên Skoçyayê hatin parastin, li Parlamenta Qraliya Yekbûyî mafê temsîliyeta ji 45 nûnerên gel û 16 lordan hate dayin. Bi qanûnên di peymanê de hatin zêdekirin re hate kirin ku Dêra Presbiteryen a Skoçyayê û Dêra Episkopal a Îngilîstanê li hemberî guhertinê bêne parastin. Ev sîstem bi hin guhertinan hate parastin. Hin erkên ku di dawiya sedsala 20'an de radestî hikumetên li Qraliyeta Yekbûyî, Skoçya, Wales û Îrlanda Bakur hatin kirin, bi navê 'devolution' di pêvajoyeke radestkirina erkan re derbas bûn. Destûr hate dayin ku ev herêm karên navxweyî yên weke perwerde, tenduristî û ragihandinê bi xwe bi rê ve bibin; qadên weke parastin û wezareta karên derve jî di bin kontrola hikumeta Qraliyeta Yekbûyî de bimînin.
VEGUHERÎNA DESTÛRA BINGEHÎN
Qraliyeta Yekbûyî ku ji Îngilistan, Skoçya, Wales û Îrlanda Bakur pêk tê, bi sîstemeke welê tê bi rê ve birin ku destûreke bingehîn a nivîskî nîne. Di sîstema destûra bingehînî de ku ji qanûnan, teamul û îçtihatan pêk tê, statuya her welatî bi qanûneke di asta destûra bingehîn de tê diyarkirin. Têkiliya navbera Qraliyeta Yekbûyî û Skoçyayê di nava dewleteke unîter lê pir neteweyî de li ser bingeha 'devolution'ê de avaniyeke îdarî-destûra bingehînî ye. Li Qraliyeta Yekbûyî ku federal nîne lê dewleteke unîter e, modela 'devolution' a asîmetrîk tê bicihanîn Erk û saziyên her welatî cuda ne. Statuya Skoçyayê bi 'Scotland Act'ê hatiye diyarkirin ku di asta destûra bingehînî de ye. Di referandûma sala 1997'an de ji sedî 74 ê Skoçan piştgirî dan Parlamenta Skoçyayê. Di sala 1998'an de Qanûna Skoçyayê (Scotland Act) hate qebûlkirin. Li Parlamenta Skoçyayê 129 endam hene; ji wan 73 jê endamên herêma hilbijartinê ne, 56 jî endamên herêmî yên di çarçoveya sîstema endamên zêde de ne. Partiya herî mezin an jî partiyên herî mezin Desteya Rêveberiyê pêk tînin.
ERKÊN HATIN RADESTKIRIN
Di Qanûna Skoçyayê de salên 2004 û 2016'an hin guhertin hatibin kirin jî erkên berfireh ji Skoçyayê re hatin radestkirin. Perwerde, xizmetên tenduristiyê, sîstema edaletê û polîs, rêveberiyên xwecihî, çandinî, masîgirî, hawirdor, ragihandin û polît3ıkaya aboriya navxweyî ji hin aliyan ve radestî Parlamenta Skoçyayê hatin kirin. Hiqûq medenî û ceza jî ji wan erkan bû ku hatin radestkirin. Skoçya xwedî sîstemeke hiqûqê ye ku ji ya Îngilistanê bi temamî cuda ye. Ji xwe di peymana 1702'an de jî dest nedan sîstema wê ya hiqûqê. Skoçya di nava Qraliyeta Yekbûyî de yekane welat e ku xwedî sîstemeke hiqûqê ya cuda ye. Di mijarên jorîn de yên weke hiqûqa destûra bingehîn û polîtîkaya derve, Dadgeha Bilind a Qraliyeta Yekbûyî otorîteya herî bilind e. Her wiha erkên bacê bi sererastkirina sala 2016'an de hatin zêdekirin; beşeke girîng a baca hatineyê ji aliyê Skoçyayê ve hate diyarkirin.
KEVNEŞOPIYA WERGIRTINA ERÊKIRINÊ
Qadên berpirsyariyê yên hikumeta Qraliya Yekbûyî 'cihê' ne, qadên berpirsyariyê yên hikumeta Skoçyayê jî hatine 'radestkirin'. Li gorî vê yekê, Parlamenta Skoçyayê ji bilî berpirsyariyên hatine radestkirin nikare qanûnê çêbike. Li hemberî vê yekê hikumeta Qraliyeta Yekbûyî dikare qanûnên welê derxîne ku bandorê li qadên radestkirinê bikin. Lê di vir de jî kevneşopiyek heye ku destûrê ji Parlamenta Skoçyayê werbigire.
Têkiliya navbera Skoçya û Qraliyeta Yekbûyî modeleke 'radestkirina erkê' ye ku di nava dewleteke unîter de bi destûra bingehînî hatiye pênasekirin, xwe dispêre xweseriyeke berfireh, lê serwerî dawiya dawî li Westministerê ye. Skoçya xwedî xweseriyeke hiqûqî û îdarî ya xurt e, lê belê serweriya wê ya destûra bingehîn a Qraliyeta Yekbûyî ye.
TIRKIYE ÇIQASÎ NÊZÎ VÊ YE?
Komara Tirkiyeyê ku daxwaza nenavendîbûnê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî weke "gefa ewlekariyê" dibîne, ji bo çareseriya meseleya Kurd gelo wê rewşa hiqûqî û siyasî ya navbera Skoçya û Qraliyeta Yekbûyî karibe weke modelekê ji xwe re bibîne?