BI DÎMEN

Ji ber salvegera komkujiyên Parîsê li Hamburgê bîranîn

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer li Hamburgê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên li Fransayê hatin qetilkirin, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hamburgê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan axaftin hatin kirin. Nûnerê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hamburgê Cengîz Onat têkoşîna şehîdan a bi fedakarî û kedeke mezin kir û got, "Berxwedan û xeyalên ji bo azadiyê li pey xwe hiştin. Em ê bibin şopdarê rêya wan."

Anja Flach ku li çiyayên Kurdistanê Evîn Goyî dît, anî ziman ku miroveke welê bû ku cihê wê nayê dagirtin. Anja Flach ragihand ku Evîn Goyî ji aliyê fîzîkî ve biçûk bû, lê belê dilê wê mezin bû û diyar kir ku li gel nexweşiyan jî ti carî ji têkoşînê qut nebû.

Nûnera Meclîsa Jinan a Rojbîn jî di şexsê Sakîne Cansiz de şehîd hemû bi minet bi bîr anî.

Hevseroka NCDK a Hamburgê Fatma Dogan jî ragihand ku li ku dibin bila bibin wê li ser şopa şehîdan bimeşin.