Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li êrîşa nîjadperest û zayendperest a li dijî siyasetmedar Kurd Leyla Zana ya di lîstokekî futbolê de şermezar kir.
Platformê diyar kir ku di şexsê Leyla Zana de têkoşîna gelê Kurd û jinên Kurd hatiye hedefgirtinn û wiha got, “Weke ku tê zanîn ev demeke ji bo aştî, jiyaneke wekhev û azad û xurtkirina xwişk-biratiyê di navbera gelan de pêvajoyeke tê meşandin û li ser vê bingehê gav têne avêtin. Lê weke di her pêvajoyê de, aliyên ku aştiyeke bi rûmet û wekhev naxwazin xwe didin der. Em ê li dijî van aliyên nîjadperest, tu carî gav ji têkoşîna xwe ya azadîxwaziya jinê didin, paşde neavêjin. Em vê zimanê nîjadperest û zayendperest qebûl nakin û şermezar dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan hate kirin û wiha hate gotin, “Banga me ji bo gelên Tirkiye û hemû pêkhateyên doza aştî û jiyane bi rûmet e. Divê di vê pêvajoya girîng de helwestekî bi rûmet were pêşkêşkirin. Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê ji dîasporayê piştgirî didin helwesta bi rûmet a Birêz Leyla Zana û dibêjin Leyla Zana ne bi tenê ye.”