Siyasetmedar Selîm Sadak rakirin nexweşxaneyê

Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê ku li Heilbronn a Elmanyayê ji penceşêrê dihat dermankirin, roja Înê êvarê ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê. Sadak niha li beşa lezgîn tê dermankirin.

Siyasetmedar Selîm Sadak ê ku demeke dirêj e li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi penceşêrê re têdikoşe, roja Înê êvarê ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan Sadak niha li beşa lezgîn tê dermankirin.

Bijîşkan diyar kirin ku tenduristiya Selîm Sadak hîn jî xetereye û bi baldarî tê şopandin. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku pêvajoya dermankirinê bi baldarî berdewam dike.

Piştî agahiya ku Selîm Sadak eakirin nexweşxaneyê belav bû malbat, xizm û hezkiriyên wî çûn nexweşxaneyê.