BI DÎMEN

Li Baselê şehîdên Parîsê hatin bîranîn: Em ne tolhildanê, edaletê dixwazin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û bang hat kirin ku kujerên komkujiyên Parîsê werin eşkere kirin. Li ser navê malbata Evîn Goyî ku di 23 hatibû qetilkirin, Suna Kara, got: “Em ne tolhildanê, edaletê dixwazin.""

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo damezirînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Rêbendana 2013'an de li Parîsê hatibûn qetilkirin; her wiha ji bo Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de hatibûn qetilkirin, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di heman demê de pêşengên têkoşîna jinên Kurd Berfîn Nûrhaq (Hanım Xanê Demir) û Sema Roza (İnci Sumbul) ku her duyan jî di van demên dawî de şehadeta wan hatibû ragihandin, bi rêzdarî hatin bîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) û Komelaya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li hola konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê hat lidarxistin. Tevî malbatên şehîdan, gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Merasîm di şexsê şehîdên Parîsê de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Hesen Yenî axivî û navên şehîdên li Parîsê hatine qetilkirin yek bi yek jimart û got: “Sedema sereke ya ku em îro li vir in, berdêlên şehîdên me ne. Em deyndarê wan in. Em li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA DADWERİYÊ BERNEDIN’

Li ser navê malbata Evîn Goyî, xwerziya wê Suna Kara axivî û destnîşan kir ku wek malbatên şehîdên Parîsê ew ê dev ji têkoşînê bernedin. Suna Kara got: “Ew ne tenê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr û Abdurrahman bûn. Wan nasname, çand û rûmeta gelê me temsîl dikirin. Ev êriş li dijî vîna jinên Kurd û jiyana kolektîf in. Heke em bêdeng bimînin, êrişên bi vî rengî dê berdewam bikin. Em ne tolhildanê, dadweriyê dixwazin; em ne dijminatiyê, aştiyê dixwazin.”

‘HEKE KUJER NEYÊN DIYARKIRIN DÊ ÊRIŞ BERDEWAM BIKIN’

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şukran Sîncar jî di serî de şehîdên Parîsê, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî. Sîncar got: “Em li ber têkoşîna wan soz didin. Xeyalên wan xeyalên me ne. Em ê xwedî li emanetê wan derkevin û vê têkoşînê bigihînin serkeftinê.”

Sîncar bal kişand ser wê yekê ku Sakîne Cansiz bi awayê herî xurt paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo temsîl dike û helwesta dewletên Ewropayê ya li hemberî êrişên Parîsê rexne kir. Şukran Sîncar di axaftina xwe de bal kişand ser paşxaneya siyasî ya komkujiyên Parîsê û bi bîr xist ku piştî hevdîtina dewleta Tirk a bi Rêber Apo re ya di 6’ê Rêbendanê de, di 9’ê Rêbendanê de komkujiya yekemîn a Parîsê pêk hat. Sîncar got: “Ev êriş plankirî ne û destê dewletê tê de heye. Êrişa sala 2022'yan a li dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya jî berhema heman hişmendiyê ye. Heke kujerên van komkujiyan neyên eşkere kirin, êrişên wiha dê berdewam bikin.”

‘YÊN DIXWAZIN PÊVAJOYÊ SABOTE BIKIN DÊ SERNEKEVIN’

Şukran Sîncar diyar kir ku hevdîtinên bi Rêber Apo re tên kirin tên xwestin ku werin sabotekirin û anî ziman ku gelê Kurd îro yek ji wan gelan e ku herî zêde xwedî li nasnameya xwe derdikeve. Sîncar got: “Divê em bi rengekî stratejîk xwedî li vê pêvajoyê derkevin û rêxistiniya xwe mezin bikin.”

‘EM Ê ÎDEOLOJİYA JIN JİYAN AZADÎ MEZIN BIKIN’

Di dawiyê de Sîncar bal kişand ser zimanê nijadperest û zayendperest ê li Tirkiyeyê ku her diçe zêde dibe û heqaretên li dijî Leyla Zana şermezar kir; Sîncar got: “Li dijî van polîtîkayên şerê taybet, em ê îdeolojiya 'Jin Jiyan Azadî' hîn bêtir mezin bikin. Em ê rê nedin êrişên li ser jinan.”

Di bernameya bîranînê de aktîvîsta YJK-S’ê Rûken Demir helbesta ku ji bo şehîdên Parîsê nivîsandibû xwend. Bîranîn bi skeç û sînevîzyona ku ji aliyê Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê ve hatibû amadekirin berdewam kir û bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.