Li Zûrîhê panela Mereş, 19’ê Kanûnê û Roboskî: Em ê çawa ji pencê komkujiyan rizgar bibin?
gelên cuda, tundiya dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê hatin nirxandin.
gelên cuda, tundiya dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê hatin nirxandin.
Bi boneya salvegera Komkujiya Mereşê, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê û Komkujiya Roboskî, roja şemiyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser berdewamiya dîrokî û siyasî ya van komkujiyan.
Ali Koyluce di panelê de axivî û diyar kir ku Elewîtiya Mereşê di dirêjahiya dîrokê de li hemberî hemû gelên mazlum di mesafeyeke wekhev de rawestiyaye. Koyluce Komkujiya Mereşê wekî yek ji mînakên girîng ên tundiya sîstematîk a dewletê û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Elewiyan nirxand.
Huseyin Torun bal kişand ser paşxaneya îdeolojîk a komkujiyê û anî ziman ku îdeolojiya fermî û hişê dewletê yê ku Elewiyan dike hedef, bingeha vê pêvajoyê ava kiriye.
Ayşe Acar Başaran bombardûmana balafirên şer ên Artêşa Tirk ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskî pêk hatibû, bi bîr xist. Başaran destnîşan kir ku di wê êrîşê de 34 gundiyên Kurd ku piraniya wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û tekoşîna dadweriyê ya ji bo wan hîn jî berdewam dike.
Muzaffer Acunbay behsa êrîşên ku di 19’ê Kanûna 2000’î de bi navê "Operasyona Vegera Jiyanê" bi hevdemî li ser 20 girtîgehan hatibûn kirin, kir. Acunbay anî ziman ku di van operasyonan de zêdetirî 30 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û mirin bi çekên agirî, madeyên kîmyewî û gazên şewatdar pêk hatine.
Di nirxandinên hevpar ên panelê de hate destnîşankirin ku Komkujiya Mereşê, Roboskî û operasyonên girtîgehan ên 19’ê Kanûnê ji hev ne serbixwe ne; ev bûyer berdewamiya polîtîkayên înkar, îmha û bêcezahiştinê nîşan didin. Axivêran bal kişandin ser wê yekê ku heta rûbirûbûneke rastîn û dadwerî pêk neyê, aştiya civakî ne pêkan e.