Li Torontoyê bîranîna şehîdên Parîsê

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bîranîn.

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin û nûnera Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ên 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn bi pêşengiya NCDK û Malbatên Şehîdan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Li salonê wêneyên şehîdên Parîsê û wêneyên Rêber Apo, şehîd Sabrî Tendurek, Berfîn Nûrhaq, Sema Roza û Masîro Xabûr hate daliqandin. Her wiha şervanê YPG'ê yê Kanadayî Nazzareni Antonio Tassone jî hate bîranîn ku 21'ê Kanûna 2016'an şehîd bû.

Hevserokên NCDK'ê di şexsê Sakîne Cansiz û Evîn Goyî de şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî û diyar kir ku heta avakirina civaka demokratîk wê bidin ser şopa wan.

KOMKUJIYÊN MEREŞ Û ROBOSKÎ HATIN BIBÎRXISTIN

Di axaftinan de işaret bi komkujiya Mereşê hate kirin û hate ragihandin ku yek ji mînakên herî bi xwîn ên tundiya bi piştgiriya dewletê bû.

Di axaftinan de hate bibîrxistin ku 28'ê Kanûna 2011'an zarok jî di nav de 34 Kurd di Komkujiya Roboskî de hatin kuştin û hate gotin, yek ji sûcên herî giran e ku dewletê li hemberî welatiyên xwe kiriye.

Di axaftina bi navê Malbatên Şehîdan de jî hate destnîşankirin ku ew xwedî li pêvajoya aştiyê derdikevin ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.