KOMAW'ê li Stuttgartê bi malbatên şehîdan re civînek lidar xist
Di civîna bi pêşengiya KOMAW'ê de işaret bi girîngiya xwerêxistinkirina malbatên şehîdan û xwedîderketina li têkoşînê hate kirin.
Di civîna bi pêşengiya KOMAW'ê de işaret bi girîngiya xwerêxistinkirina malbatên şehîdan û xwedîderketina li têkoşînê hate kirin.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi malbatên şehîdan re civînek lidar xist. Ji bajarên Suttgart, Heilbronn, Pforzheim, Munchen, Ulm û Bodenseeyê bi dehan malbatên şehîdan beşdarî civînê bûn. Hevserokên KOMAW'ê Alî Konkurd û Cahîde Goyî weke qiseker beşdarî civînê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê sînevîzyonek hate nîşandan. Civînê bi nirxandina kar û armancên KOMAW'ê dewam kir.
Alî Konkurd anî ziman ku ew bi saya fedakariya şehîdên têkoşîna azadiyê gihîştin vê astê û got, "Xwedîderketina li wan û armancên wan beriya her kesî wezîfeya malbatên me yên şehîdan e."
Konkurd bal kişand ser karên pratîkî yên KOMAW'ê û got, "Nêzî 50 hezar şehîdên me hene. Ji bo bîranîna şehîdan, ji bo xwedîderketina li wan û armancên wan pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt heye. Ji bo tespîtkirina malbatên şehîdan me kampanyayek dan destpêkirin. Heta niha me xwe gihandine zêdeyî hezar û 500 malbatî. Her wiha ji bo arşîvkirina eşyayên hêja yên şehîdên me û parastina wan, me dest bi karên arşîvê kir."
Cahîde Goyî jî işaret bi komkujiyên li Parîsê kir û got, "Berdêla azadiyê giran e. Me bi rengekî giran ev berdêl li Parîsê dan. Me şeş şehîd dan û her yek ji wan xwedî wateyeke mezin bû. Mesele ne tenê yê ku tektîk kişandine, mesele ronîkirina hêza li pişt êrişê û cezakirina wan e. Heta ku ev neyê kirin Fransa şirîkê vê komkujiyê ye."
Goyî diyar kir ku di encama têkoşîneke demdirêj de destketiyên girîng hatin bidestxistin û got, "Dor hatiye ku nasnameya hatiye bidestxistin bê fermîkirin."
Civîn bi banga mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî û xurtkirina karên KOMAW'ê bi dawî bû.