Li Danîmarkayê serdema nameyan a 400 salî bi dawî bû

Xizmeta postayê ya Danîmarkayê piştî demeke ji 400 salî biryar da ku belavkirina nameyan bisekinîne. PostNord ku bi yekbûna xizmetên postayê yên Swêd û Danîmarkayê 2009'an ava bû, diyar kir ku nameya dawî wê 30'ê Kanûnê bê belavkirin.

POSTA DANÎMARKAYÊ

Dîjîtalbûyîna li nava civaka Danîmarkayê ku zêde bûye, weke hincet ji biryarê re hate nîşandan. PostNordê diyar kir ku daxwaza ji bo şandina nameyan "Bi rengekî dramatîk kêm bûye", lê kirîn û firotina online zêde bûye. Lewma jî ragihand ku şîrket wê ji niha û pê ve giraniyê bide ser belavkirina paketan. Di daxuyaniyê de hate gotin, li Danîmarkayê wê di vê çarçoveyê de dawî li karê 1.500 kesî bê anîn û 1.500 qutiyên postayê yên sor bêne rakirin.

Eleqeya ji bo kirîna qutiyên postayê yên şîrketê jî gelekî zêde ye. Şîrketê beriya niha 1.000 qutiyên postayê destpêka mehê pêşkêşî bazarê kir û tenê di nava sê saetan de hemû hatin firotin. Qutiyên baş bi 2 hezar kronê Danîmarkayê, yên hinekî xerabûyî jî bi 1.500 kronên Danîmarkayê hatin firotin. Lê belê tê plankirin ku meha Çileyê 200 qutiyên postayê bi buhayekî lihevzêdekirinê bên firotin.

Bi vê yekê re li Danîmarkayê êdî şandina nameyan wê bi temamî bi dawî bibe. Xizmeta postayê li Danîmarkayê di sala 1624'an de destpê kir. Lê belê di nava 25 salên dawî de şandina nameyan di asta ji sedî 90'î de kêm bû.