BI DÎMEN

Li Parîsê bîranîna komkujiyên Mereş, 19’ê Kanûnê û Roboskiyê

Li Dergeha Pîr Siltan Abdal a li bajarê Goussainville yê Fransayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de komkujiyên Mereş, 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan û Roboskî hatin şermezarkirin û bang hate kirin ku li dijî polîtîkayên înkar û komkujiyê bîr

Li bajarê Goussainville ya ser bi Parîsê, li Dergeha Pîr Siltan Abdal çalakiyek hate lidarxistin. Ev çalakî ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve bi armanca salvegera van komkujiyan hate organîzekirin: Komkujiya Mereşê di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de li dijî Elewî û çepgiran hate kirin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Komkujiya Girtîgehan, di 19’ê Kanûna 2000’î de bi armanca şikandina berxwedana girtiyan a li dijî şaneyên tîpa F’yê hate kirin û di encamê de 32 şoreşger hatin qetilkirin. Komkujiya Roboskî di 28’ê Kanûna 2011’an de 34 ciwanên sivîl bi bombebarankirina balafirên şer hatin qetilkirin.

Çalakiya ku bi armanca şermezarkirin û ji bîr nebirina komkujiyan hate kirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û xwendina gulbangê dest pê kir.

Pîr Riza Yagmur ê ku gulbang xwend, di axaftina xwe de diyar kir ku Komara Tirkiyeyê ji roja avabûna xwe ve bi hişmendiyeke yekperest û înkarker tevdigere. Yagmur got ku xêzeke siyasî ya ku Kurd, Elewî û derdorên sosyalîstên çep tune dihesibîne serdest e û destnîşan kir ku di nava sed salî de bi darbeyên leşkerî pêşiya demokrasiyê hatiye girtin; herî zêde Elewî, Kurd û çepgiran berdêlên giran dane.

HEMÛ JÎ POGROMÊN BI PIŞTGIRIYA DEWLETÊ NE

Rojnamevan Çîlem Kuçukkeleş a ku di bîranînê de axivî, bal kişand ser wê yekê ku bingeha pergala îro, beriya darbeya 1980’yî bi pogromên  bi piştgiriya dewletê hatiye avêtin da ku rewşa awarte bê ragihandin. Kuçukkeleş diyar kir ku avahiya yekperest û înkarparêz bi motîvasyona Îslamî hatiye xurtkirin û polîtîkayên zextê yên li ser Kurd û Elewiyan bi komkujiyên Girtîgeh û Roboskî berdewam kirine.

‘ÊDÎ GOTINÊN DAWÎ NE LI SER SÊPÊYÊN SÊDARÊ, LI SER MASEYA DIYALOGÊ NE’

Çîlem Kuçukkeleş anî ziman ku civak tevî hemû zextan jî ji hebûna xwe dest bernadin û wiha dewam kir: “Kurd jî Elewî jî tevî polîtîkayên înkar û asîmilasyonê, hebûna xwe diparêzin û têkoşîna xwe didomînin. Tam ji ber ku ev têkoşîn heye, dewlet neçar ma ku muxataban qebûl bike, rûne ser maseyê û li hev bê. Ev pêvajo nîşan dide ku têkoşîna civakan rejîmên herî dijwar jî li ser maseya diyalogê dide rûniştin. Wekî ku birêz Ocalan jî gotiye; êdî gotinên dawî ne li ser sêpêyên sêdarê, li ser maseya diyalogê tên gotin. Em hêvî dikin ku ev maseya diyalogê, mîna Banga Civaka Demokratîk, bibe wesîle ku em jiyanê bi hev re ava bikin.”

Çalakiya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê û nefesa Zeynel Eren bi dawî bû.