BI DÎMEN

Li Bordeauxê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

Li bajarê Bordeaux yê Fransayê, ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku beriya sê salan li Parîsê bi êrîşekî şehîd bibûn, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Bordeaux’yê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di axaftinên piştî rêzgirtinê de hate destnîşankirin ku êrîşa li Parîsê ya li dijî Kurdan ne bûyereke şexsî ye; hate destnîşankirin ku ev êrîş li dijî hebûn, çand û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd e.

Axaftvanan diyar kirin ku di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil de hemû gelê Kurd hatiye hedefgirtin û bang kirin ku kujer û hêzên li pişt êrîşê werin eşkere kirin. Her wiha bang li raya giştî ya Ewropayê û bi taybetî li Fransayê hate kirin ku li dijî êrîşên nijadperest û nefretê yên li ser Kurdan helwesteke xurtir nîşan bidin.

Di bîranînê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. Beşdaran wêneyên şehîdan hildan, mûm vêxistin û qurnenfîl danîn. Di merasîma ku kêliyên bi hestiyar tê de jiyîn de, peyama dilsoziya bi têkoşîna aştî û azadiyê ya gelê Kurd hate dayîn.

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku bêcezakirina êrîşên li ser Kurdan ên li Ewropayê rê li ber êrîşên nû vedike û hate gotin ku wê daxwaza dadweriyê ya ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil berdewam bike.

Bîranîn piştî bangên ji bo bîranîna şehîdan bi dawî bû.