BI DÎMEN

Li Giessenê 'Şahiya avakirina civaka demokratîk' hate lidarxistin

Meclîsa Gelê Kurd a Giessenê bi beşdariyeke xurt şahiyek lidar xist. Di çarçoveya Cejna Berxwedana Neteweyî de şahî pêk hat û ji bo xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bang hate kirin.

Li bajarê Giessen ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve bi beşdariyeke xurt 'Şahiya avakirina civaka demokratîk, çand û piştevaniyê" hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" di çarçoveya Cejna Berxwedana Neteweyî de pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Ey Reqîb" a ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, axaftin hate kirin û işaret bi avakirina civaka demokratîk hate kirin. Di axaftina destpêkê ya şahiyê de hate gotin, "Îro dema avakirina civaka demokratîk e. Dem ew dem e ku em destketiyên gelê Kurd bigihînin statuya navneteweyî."

Siyasetmedarê Kurd Seydî Firat jî destnîşan kir ku Kurd ji her demê bêhtir pêwîstiyê bi yekîtî û hevgirtinê dibînin û banga xwedîderketina li pêvajoya aştiyê kir.

Di şahiyê de hunermend Farqîn Azad, Helbest Arî, Sîmar, Silav Rojava û Hozan Dîndar derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.