EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Ji bo têkoşînekî aşîtiyê ya bi rûmet berpirsyariya her kesî heye
Di çalakiyên 25’ê Mijdarê ya li bajarên Ewropayê de, rola jinan a di siyasetê de, têkoşîna li dijî tundiya dewlet-mêr û cihê diyarker a jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, hate nirxandin. -
Panela 25'ê Mijdarê ya li Londonê: "Şerê We Xwîna Me Ye"
Civata Jinê ya Jiyanê, ku bi bernameyeke berfireh dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir, di panela ‘Şerê We Xwîna Me Ye’ ya li Londonê de, bandorên piralî yên mîlîtarîzm, baviksalarî, tundî, koçberî û xizaniyê yên li ser jinan gotûbêj kir. -
Ji bo 13 şehîdên malbata Akgun merasîma bîranînê hate lidarxistin
Li Mannheimê, 13 şehîdên malbata Akgun bi çalakiyeke hatin bibîranîn. Mazlum Akgun li ser navê malbata şehîdan axivî û got, “Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em bibin layiqê van lehengan.” -
Li Bielê bîranîna sê şehîdan: Soza me heye ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin
Li bajarê Biel yê Swîsreyê di bîranîna Çekdar Amed, Hogir Amed û Serkeş Rihayê de, axivêran bang kirin ku xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. -
Kurdên Fînlandiya girtina aktîvîstên Kurd protestokirin
Kurdên Fînlandiya û dostên wan li ber deriyê Wezareta Edaletê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo protestokirina girtina sê aktîvîstên Kurd, çalakiyeke protestoyî li dar xistin. -
Li Villiers-le-Belê şehîd hatin bibîranîn
Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, ji bo bîranîna şehîd Armanc Şaruge û Koçber Tîrêj ku di demên cuda de şehîd bûne, çalakî hate lidarxistin. -
Cejna Berxwedana Neteweyî li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Moskowa ya Rusyayê, bi boneya 47'emîn salvegera 27'ê Mijdarê çalakî li dar xistin -
Cejna Berxwedana Neteweyî li Bensheimê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li herêma Bergstrasseyê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin. Mahmût Dîndar ê ji DEM Partiyê qala asta dîrokî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, "Eger em bi hev re têkoşînê bimeşînin, azadî nêzîk e." -
Li Cenevreyê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi pêşanegiya YJK-S di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî panel hat lidarxistin. Di panelê de li ser newekheviya zayendî û tundiya li ser jinan axivî. -
Li Frankfurtê li dijî tundiya li ser jinan, rêyên têkoşînê hatin nîqaşkirin
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara ji bo jinan semînerek hate dayîn. Di semînerê de rehendên tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin û banga têkoşîna rêxistinkirî ya xurt hate kirin. -
Li Marsîlyayê li dijî tundiya li ser jinê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin
Jinên ku li ser banga Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li hev civiyan, li dijî tundiya li ser serweriya mêr meşek lidarxistin û jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn. -
5 şehîdên Çapemeniya Azad li Berlînê hatin bibîranîn
Li Berlînê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad Firat Tolhildan, Azad Serxwebûn, Tufan Sefkan, Şîlan Ezgî û Aso Baranên ku di êrîşên dewleta Tirk de hatin hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
‘Pêvajoya aştiyê divê bi beşdariya civakî bê avakirin’
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tenê bi bêçekbûnê ve ne sînordar e û got, "Aştiya mayînde li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê bi beşdariya hemû beşên civakê ya pêvajoyê pêkan e.” -
‘Pêvajoya nû hem rîsk hem jî derfetan di nava xwe de dihewîne’
Di axaftinên rûniştina bi sernavê; ‘’Rîsk û Derfetên di Avakirina Jiyana Hevpar a Demokratîk de’’ hate diyarkirin ku pêvajoya nû hem rîskên mezin hem jî derfetên girîng di nava xwe de dihewîne. -
Konferansa ‘Bi hev re şêwedayîna jiyanê’ didome
Di konferansa ku li Bonnê tê lidar xistin de bi sernavê ‘Faktorên Hundir û Derve yên Avakirina Jiyaneke Demokratîk’ pêşkêşî hatin kirin. Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî yên dîlgirtî jî ji konferansê re peyam şandin. -
Dosyeya Kenan Ayaz Birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Ekîba parastinê ya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz, ku li Elmanyayê bi îdîaya "endamtiya PKK’ê" 4 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, îtîraz li biryarê kir û dosya bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê -
DAKB’ê bang li Elmanyayê kir: Berpirsyariyên xwe yên ji bo parastina jinan bi cih bînin
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), da zanîn ku tundiya li dijî jin û zarokên keç li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi awayekî sîstematîk zêde dibe û bal kişand ser daneyên tundiyê yên li Elmanyayê. -
Li Bocholtê Xeleta Entegrasyonê dan Koroya Zarokan a Kurd
Koroya Zarokan a Kurd bi xebatên xwe yên di qada entegrasyona çandî de hejayî Xelata Entegrasyonê ya Şaredariya Bocholtê hat dîtin. -
Nobeta Cenevreyê di hefteya 252’an de ye: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin
Nobeta Azadiyê ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, di hefteya 252’an de ye. Kurdan banga li saziyên navneteweyî kirin ku erka azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigirin ser xwe. -
Li Ewropayê stend-up a ‘Dawiya Dawî’ hat lîstin
Şanoger Ozcan Ateş bi stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” li hin bajarên Ewropayê derket pêşberî şanohezan. -
FED-DEM’ê banga beşdarbûna doza Mehmet Çakas kir
FED-DEM’ê banga beşdarbûna doza penaberiyê ya Mehmet Çakas ku wê di 24’ê Mijdarê de li Luneburgê were dîtin, kir. Hat diyarkirin ku heke Çakas radestî Tirkiyeyê were kirin, wê bi cezayê muebbeta girankirî re rû bi rû bimîne. -
Li Parîsê li dijî tundiya li ser jinê pêşangeh hat vekirin
Çalakvanên TJK-F’ê li bi wesîleya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Cîhanê, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêşangeh vekirin. -
Boutiflat: Bi gavên şênber divê bersiv ji wêrekiya Ocalan re bê dayin
Dylan Boutiflat anî ziman ku Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke dîrokî pêşkêş kiriye û got, "Divê bersiv ji gavên PKK'ê re bêne dayin. Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Dewleta Tirk divê ji herêmên li Sûriyeyê dagir kiriye vekişe." -
Heike Geisweid: Divê Ewropa zexta siyasî û aborî li Tirkiyeyê bike
Hevseroka MAF DAD'ê Heike Geisweid rexne li Tirkiyeyê kir ku biryarên DMME'yê bi rêk û pêk bi cih nîne û got, "Dewletên Ewropayê divê êdî ji hişyariyên dîplomatîk wêdetir gavan biavêjin; zexta aborî û siyasî bikin." -
Komeleya Lêkolînên Aştiyê wê konferansa ‘Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê' li dar bixe
Komeleya Lêkolînên Aştiyê (QAD) roja Şemiyê li Bonnê wê konferansa “Bi hev re teşeyê bidin jiyanê: Perspektîfên pêşerojê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê" li dar bixe.