Li Îngiltereyê dozeke dîrokî ku rasterast têkoşîna siyasî û demokratîk a gelê Kurd dike hedef, li Londonê dest pê kir. Doza 6 aktîvîstên Kurd ku bi îdiaya “endamtiya PKK’ê û li ser navê PKK’ê meşandina xebatan” tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Navendî Old Bailey ya li paytext Londonê hat dîtin.
Aktîvîstên Kurd ên ku par di 27’ê Mijdarê de di encama serdegirtinên berfireh ên polîsan ên li ser saziyên Kurdan û malên aktîvîstan de hatibûn binçavkirin, bi mehan di bin şertên giran ên berdana bi şert de hatibûn girtin. Di danişîna ku îro dest pê kir de, Alî Poyraz, Ercan Akbal, Turkan Ozcan, Agît Karataş, Berfîn Kurban û Mazlum Sayak ligel parêzerên xwe di salona dadgehê de amade bûn.
Di roja yekem a dozê de ku di salona hejmar 5’an de hate dîtin, hilbijartina juriya ji 12 kesan pêk tê taloqî sibê hate kirin. Tê payîn ku doz piştî hilbijartina juriyê bi fermî dest pê bike û nêzî sê mehan bidome.
Dema ku dozgerî li ser bingeha dosyayeke ji hezaran rûpelan pêk tê aktîvîstan bi “endamtiya rêxistinê” tawanbar dike, ev doz wekî xelekeke nû ya polîtîkayên krîmînalîzekirina civaka Kurd tê dîtin. Dadgehê ji bo ku sibê serê sibehê berdewam bike, navber da danişînê.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Di serê sibeha 27’ê Mijdara 2024’an de, li seranserê Îngiltereyê bi beşdariya 700 polîsan operasyonên hemdem hatibûn kirin û bi ser Navenda Civaka Kurd û malên 6 aktîvîstên Kurd de hatibû girtin. Di dema operasyonan de Navenda Civaka Kurd bi rojan di bin dorpêça polîsan de mabû û ev yek bûbû sedema nerazîbûneke mezin di nav civakê de.
Aktîvîstên Kurd ên hatibûn binçavkirin piştî du hefteyan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan, lê rastî sînorên giran ên wekî her roj îmze avêtin, kelepçeya elektronîk û hepsa malê ya di saetên êvarê de hatibûn hatibûn hiştin.
Ev doza ku mafê rêxistinbûna demokratîk û xebatên siyasî yên gelê Kurd dike hedef, ji nêz ve ji aliyê civaka Kurd a li Îngiltereyê ve tê şopandin.