Li Floransayê di civîna ‘Filistîn-Kurdistan’ de banga ‘enternasyonalîzmeke nû’ hat kirin

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, êvara 5’ê Çileya 2026’an de li Mala Gel a Quintoyê civînek bi sernavê “Filistîn û Kurdistan: Di Navbera Şer û Şoreşê de” hate lidarxistin. Nêzî 150 kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di civînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zîlan Diyar û ji Xezayê aktîvîstê Filistînî Sharif Hamad wekî axivêr cih girtin. Beşdaran paşxaneya dîrokî ya polîtîkayên şer û tundiya li ser gelên Filistîn û Kurd nirxandin û li ser rêyên çareseriya demokratîk a krîza Rojhilata Navîn nîqaş kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ku pirsgirêkên Kurd û Filistînê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi dabeşbûna Împaratoriya Osmanî derketine holê. Hate destnîşankirin ku îro nîşandana van her du gelan di eniyên dijber de, encama polîtîkayên hêzên hegemonîk e. Her wiha hat bibîrxistin ku tevî aloziyên di gotinan de, têkiliyên leşkerî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de demeke dirêj berdewam kirine.

Di civînê de hate diyarkirin ku berdewamkirina piştevaniya bi têkoşînên Filistîn û Kurd re, ji bo avakirina enternasyonalîzmeke nû di navbera gelan de girîng e. Beşdar di wê baweriyê de bûn ku şerên li Rojhilata Navîn ne tenê herêmî ne, lê beşek ji krîza gerdûnî ne û rîska pevçûnên nû li seranserê cîhanê zêde dikin.

Di dawiya çalakiyê de hat nirxandin ku têkoşîna gelên Filistîn û Kurd li seranserê cîhanê wekî çavkaniya îlhameke mezin berdewam dike û ev civîn gava yekem e ji bo ji nû ve avakirina rojeveke siyasî ya serbixwe ku xwe dispêre piştevaniya gelan.