Çalakvanên Strasbourgê peyama sala nû dan
Çalakvanên ku di hefteya 706’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin, sala nû ya Rêber Apo, şervanên azadiyê û hemû welatparêzan pîroz kirin û peyama, “Di sala 2026’an de jî xizmetê bidomînin” kirin.
Çalakvanên ku di hefteya 706’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin, sala nû ya Rêber Apo, şervanên azadiyê û hemû welatparêzan pîroz kirin û peyama, “Di sala 2026’an de jî xizmetê bidomînin” kirin.
Nobeda Azadiyê ya ku ji Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 706’an de ye. Welatparêzên ku ji bajarê Dusseldorg ê Elmanyayê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin.
Wê Bedran Aydenîz, Bilind Yildirim û Azad Burulday nobeta hefteya ewil a sala nû, bimeşînin.
Li ser navê komê Bedran Aydenîz daxuyaniyê da. Aydenîz sala nû ya Rêber Apo pîroz kir û hêvî kir ku sala 2026’an ji Rêber Apo, şervanên azadiyê û welatparêzên Kurd re xêr û xweşiyê bîne.
Aydenîz wiha got, “Em ê wekî milyonên kesên ku Rêber Apo me rakir ser piyan, li ser bingeha fikrên wî bimeşin. Em soz didin ku şehîdên xwe ku ked û îdialên wan bi cih bînin. Em ê xizmetê gel û welatê bikin.”
Aydenîz hemû çalakvanên ku ji sala 2012’an ve bêyî navber li pêşiya avahiyên saziyên Ewropayê nobetê digrin, ji ber keda wan silav kir.