KCDK-E’yê daxuyaniyeke ku êrîşên li ser Elewiyên Eren ên li Sûriyeyê şermezar dike, weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li Lazqiye û Tartûsê yên li ser Elewiyan encamên zîhniyeta yekperest û faşîst in û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê aşitiya gelan bes bi hevparbûna li ser bingeha nirxên demokratîk pêkan e.
KCDK-E’yê bi bîr xist ku sala 2025’an li gel şer, kaos û krîzên aborî derbas bûye û da zanîn desthilatdar û dîktatorên rastgir li gelek deverên cîhanê zirarên mezin dane jiyan û xwezayê. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku destwerdanên hêzên navneteweyî yên bi hincetên cuda yên li ser Rojhilata Navîn krîzên li herêmê kûrtir kirine. Her wiha hate diyarkirin ku şer û pevçûnên di navbera gelan de û avaniyên çeteyan ên hêzên paşverû li pêşiya jiyana azad û demokratîk astengiyên herî mezin in.
KCDK-E’yê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku modela jiyanê ya Rêber Apo li gel azadiya jinan û aşitiya gelan pêş xistiye tekane çareserî ye û da zanîn ku komkujiyên li ser Durziyan, êrîşên li dijî Elewiyan ên sîstematîk û sepanên dermirovî yên li dijî Xiristiyan û baweriyên din hê jî didomin.
Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî van komkujiyên li pêş çavê cîhanê pêk tên nerazîbûn hate nîşandan û hate îfadekirin ku HTŞ’ya ku berê li gel DAÎŞ’ê tev digeriya roja îroyîn jî vê zilma xwe didomîne û heman êrîşan pêk tîne. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li şûna jiyaneke demokratîk û azadiya jinan esas digire berê xwe dide avaniyên bi vî rengî û ev yek weke ‘’helwesta durûtiyê’’ hate pênasekirin.
KCDK-E’yê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku modela Aşitî û Civaka Demokratîk a ku gelên weke Kurd, Ereb, Elewî û hemû baweriyên din bi hev re xwe bi rê ve bibin, wê pirsgirêkan bi awayekî mayînde çareser bike û hêvî kir ku sala nû ji bo hemû gelên cîhanê bibe wesîleya aşitî û azadiyê.