KCDK-E banga beşdarbûna meşa Parîsê li Kurdan û dostên wan kir

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyê li Ewropayê (KCDK-E) bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê kir ku ji bo meşa Parîsê ya di salvegera qetilkirina sê şoreşgerên jin de wê lidarxistin seferber bibin.

KCDK-E’yê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Sembolên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Dewleta Tirk ev komkujî plan kir û pêk anî û di 23’yê Kanûna 2022’yan de vê carê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi awayekî hovane qetil kir.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Komkujiya Parîsê 13 sal li pey xwe hişt û di nava van salan de berpirsyarên komkujiyê dernexistin holê. Dewleta Fransayê berpirsiyarên komkujiyên Parîsê dizane, eşkerekirina wê û derxistina berpirsyaran wê wijdanê gelê Kurd rehet bike û barê wan sivik bike. Bi veşartin û hiştina di tarîtiyê de wê nikaribe xwe ji vê berpirsiyariyê xilas bikin.

Komkujiya Parîsê ya yekem ku ji destpêkê ve berpirsyarên wê tên zanîn, ji hêla dewleta Tirk ve hatibû plankirin û pêk anîn. Heta Serokkomarê wê demê yê Fransayê jî di daxuyaniyên xwe de bal kişandibû ser dewleta Tirk. Fransayê bi veşartina komkujiyê re ev 13 sal in ji demê re hiştiye.

Ji ber ku komkujiya 9’ê Çileyê nehat ronîkirin, piştre Komkujiya Parîsê ya Duyemîn pêk hat. Ger komkujiya Parîsê ya yekem hatibe eşkerekirin wê rûyê komkujer ê dewleta Tirk eşkere bibûya û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê wê bi pêş biketa.

Mîna hemû komkujiyên di dîroka dewleta Tirk de pêk hatine, li şûna ku bi komkujiya Parîsê re hevrê bibe, hewla ku komkujiyan veşêrê berdewam dike. Ne Fransa û ne jî Tirkiyeyê wekî dewletekê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne. Komkujiya Parîsê jî mîna hemû komkujiyan di bîra civakê de li benda ronîkirinê ye.

Gelê me yê li Ewropayê, jinên pêşengên têkoşîna azadiyê û hemû beşên civakê ji bo ronîkirina komkujiyan û darizandina berpirsyaran ev 13 sal in têdikoşin, li kolan e û komkujiyan lanet dikin. Ji ber ku ev têkoşîn têkoşîna azadî û hebûna gelê Kurd bû. Ev têkoşîn mezin bû û bû gerdûnî, paşê ji têkoşînên rizgariya jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê re bû îlham.

Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi saya biryardariya vê têkoşînê bû sembol û mezin bûye. Têkoşîna rizgariya jinan bûye kûrewî û li seranserê cîhanê belav bûye. Gelê me di 13’yemîn salvegera Komkujiya Parîsê de bi heman biryardariyê têkoşîmna xwe berdewam dike û wê carekin ber bi Parîsê ve biherikin û lanet bikin. Bi xwedîderketina li Sara û hevrêyên wê re wê têkoşîna rizgariya jinan mezin bikin

Weke KCDK-E, em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê dikin ku em di meşa ku wê di 10’ê Çileyê saet di 10:00an de li Gare du Nord were lidarxistin bên gel hev, heqîqet û edaletê biqîrin.”