Peyama 2026’an a PÎK’ê: Bila ji bo gelê Kurd bibe sala yekîtiyê
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) sala 2026’an pîroz kir û destnîşan kir ku pêwîstî bi parastina destkeftiyên li Rojava û yekîtiya navxweyî ya gelê Kurd heye.
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) sala 2026’an pîroz kir û destnîşan kir ku pêwîstî bi parastina destkeftiyên li Rojava û yekîtiya navxweyî ya gelê Kurd heye.
Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind bi daxuyaniyekî nivîskî di serî de gelê Kurd sala 2026’an a gelên cîhanê pîroz kir.
Serbilind di peyama xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû destkeftiyên gelê Kurd hedef digre û wiha got, “Mixabin, di sala 2024’an de dewleta Tirk a dagirker, bi hilweşandina rejima Esad ji aliyê HTŞ’ê ve, sala 2025 jî wekî fersendekê bikar anî û li hemberî gelê Kurd ê Rojava ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj tevgerî. Dewleta Tirk bi serokê çeteyan Ahmed el-Şera re li dijî QSD’ê kar û xebatê dike û astengiyan derdixe da ku statuyek ji bo Kurdên Rojava çênebe.”
Serbilind diyar kir ku gelê Kurd ê li Rojava xwedî kapasîteya xwepararastinê ye û wiha got, “Bêyî ku fersendê ji dest bide, bi çeteyên hevkar ên xwe yên Sûrî re êrîşî Rojava ya Kurdistanê dike. Dewleta Tirk hemû destkeftiyên gelê Kurd dike hedefa berjewendiyên xwe yên nijadperest. Hemû cîhan baş dizane ku li Sûriyê tenê Rêveberiya Xweser a Rojava avahiyek e ku xwedî kapasîteya xweparastinê ye, xwe bi xwe rêve dibe û meşrûtiya xwe di nav civakê de ava kiriye. Ev mafekî Xwedê daye gelê Kurd e ku xwe bi xwe rêve bibe.
Serbilind bilêv kir ku dewleta Kemalîst Kurdan li her derê hedef digre û got, “Ger gelê Kurd li Rojava çekên xwe ji dest bide, ev wê ji bo gelê Kurd bibe întihar. Dewleta kemalîst ne tenê li ser axa Kurdistanê şer dike, li her deverê gelê Kurd dike hedefa xwe. Divê hemû hêzên Kurd û gelê Kurd bi ruhê neteweyî xwedî li destkeftiyên Rojava ya Kurdistanê derkevin. Li ser me ferz e ku hemû destkeftiyan biparêzin.
Komara Tirkiyeyê li ser înkarkirina bawerî û nasnameyên cuda, asîmîlasyon, sirgûn, xwîn û qirkirinan hatiye avakirin. Dewleta Tirk ji maf, edalet û demokrasiyê bêpar e. Heya îro jî bi heman awayî berdewam dike. Bi taybetî ne tenê Tirk, hemû dewletên dagirker ên Kurdistanê li her deverê Kurdistanê li dijî gelê Kurd siyaseteke înkar û îmhakirinê dimeşînin.”
Serbilind anî ziman ku pêwîstiya gelê Kurd bi aştiya navxweyî, xwişk-biratî û yekîtiyê heye û wiha dawî li peyama xwe anî, “Hêvîdar im ev sala nû ji zilm û qirkirina zalim û dîktatoran azad derbas bibe. Pêwîstiya gelê Kurd di sala 2026’an de bi aştiya navxweyî, xwişk-biratî û yekîtiyê heye. Daxwaza me di serî de ji partî, rêxistin û hemû gelê Kurd ew e ku sala 2026’an wekî sala yekîtî û aştiya navxweyî biparêzin. Em ji Xwedayê Rehman hêvî dikin ku ev sala nû ji bo gelê me yê mazlum bibe wesîla Kurdistaneke serbixwe û azad. Ji bo hemû gelên cîhanê jî bibe wesîla aramî û aştiyê.”