Sara, Rojbîn û Ronahî li Munchenê hatin bîranîn

Li Munchenê Kurdan li gel dostên xwe yên Elman şoreşgerên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr anîn.

Di bîranînê de ku bi hevkariya Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin dokûmantera bi navê "Jiyana min timî şer bû" (Mein ganzes Leben war ein Kampf) hate nîşandan. Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê destpê kir.

Di axaftinên li bîranînê de hate ragihandin ku Sakîne Cansiz yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera şoreşger a Kurd bû.

Hate destnîşankirin ku Sakîne Cansiz a ku di temenekî ciwan de li dijî mêtingeriya Tirk tevlî nava têkoşîna siyasî bû, di avabûn û pêşketina tevgera gerîla ya jin de bi roleke diyarker rabû.

Di axaftinan de hate bibîrxistin ku Sakîne Cansiz li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de ji aliyê tektîkkêşekî ji bo servîsa veşartî ya Tirk dixebitî hatin qetilkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Her wiha ji bo çalakiya 9'ê Çileyê ya li ber Konsolosxaneya Fransayê banga tevlîbûnê hate kirin.