BI DÎMEN

Banga tevlîbûna meşa ji bo salvegera 13’emîn a Komkujiya Parîsê hat kirin

Ji bo bîranîn û meşa protestoyî ku ji ber salvegera 13’emîn a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an, di 10’ê Çileyê de li Gare du Nordê were lidarxistin, xebatên belavkirina danezanan û afîşê hatin kirin.

Di çarçoveya 13’emîn salvegera qetilkirina ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, di 10’ê Çileyê de li Gare du Nordê meş were lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê dewam dikin.

Endamên Meclîsa Gel a Kurd a Parîsê, Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) li Parîsê bi xebatên belavkirina danezanan û afîşê banga tevlîbûnê li meşê kirin.