Amadekariyên meşa 'Edalet ji bo heqîqetê' dewam dikin
Ji bo meşa protestoyî û bîranîna komkujiyên Parîsê ya 10'ê Çileyê amadekarî dewam dikin. Di serdanan de hate ragihandin ku wê komkujiyan nedin jibîrkirin û dest ji têkoşîna edaletê bernedin.
Ji bo meşa protestoyî û bîranîna komkujiyên Parîsê ya 10'ê Çileyê amadekarî dewam dikin. Di serdanan de hate ragihandin ku wê komkujiyan nedin jibîrkirin û dest ji têkoşîna edaletê bernedin.
Li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê ji bo şermezarkirina herdu komkujiyên Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil şehîd bûn, wê 10'ê Çileyê meşa "Edalet ji bo Heqîqetê" bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê dewam dikin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û bi tevlîbûna Meclîsa Ciwanan a Villiers-le-Bel û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Villiers-le-Bel tevahiya rojê karê daliqandina afîşan hate meşandin. Her wiha serdana malbatên Kurdistaniyan, dikandar û kafeyên ên li herêma Villiers-le-Bel hate kirin. Di serdanan de hate ragihandin ku di şexsê herdu komkujiyên li Parîsê de êriş li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin.
Di serdanan de hate ragihandin ku gelê Kurd wê herdu komkujiyên Parîsê ji bîr neke û heta pêkhatina edaletê dest ji lêgerîna xwe ya li edaletê bernede.
Bang li gel hate kirin ku 10'ê Çileyê saet di 10.00 de li Gare du Nord li hev bicive û daxawza edalet û heqîqetê bike.