Li bajarê Nantes ê Fransayê bi tevlîbûna Siyasetmedar Fesih Demîrcî civîna gel a bi tevlîbûna zêde hate lidarxistin. Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokatîk a Nantesê pêk hat û gelek Kurdistaniyên li herêmê tevlî bûn. Civîn, di şexsê şehîdên komkujiyên Parîsê de ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Nantesê Riza Xinûsî ve hate kirin. Xinûsî destnîşan kir ku divê fikrên Rêber Apo werin fêmkirin û xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were derketin.
Siyasetmedar Fesih Demîrcî jî diyar kir ku divê têkoşîna ku 52 sal in tê meşandin, rast were fêmkirin û anî ziman ku ev pêvajo têkoşîna dayîna qebûlkirina hebûna gelê Kurd ku tune tê hesibandin e. Demîcî diyar kir ku bingehên derketina PKK’ê li ser van esasan e û anî ziman ku divê amûr werin guhertin.
Demîr destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî neteweyî ye û wiha got, “Pirsgirêka Kurd divê di çarçoveta fikrên Rêbertî de were nirxandin, yekîtiya neteweyî were pêkanîn û bi helwestekî hevpar were çareserkirin. Rêbertî wê di her wateyê de rê li pêşiya me veke û divê azadiya wî ya fîzîkî bibe rojeva me ya bingehîn.”
Demîrcî diyar kir ku geşedanên li Rojava û Rojhilat jî ji pêvajoyê ne qut e û destnîşan kir ku divê ji geşedanên her qadê re amade bin.
Civîna ku rastî eleqeyekî zêde hat, bi beşa pirs-bersiv û çepikan bi dawî bû.