BI DÎMEN

Şehîd Şoreş Brûsk li Parîsê hat bibîranîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) li herêma Villeneuve ya Parîsê sersaxî û bîranîn hate lidarxistin; hevrêyênê wî banga xwedîderketina li têkoşînê kirin.

Ji bo Gerîlayê Azadiyê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) ê ku hefteya borî şehadeta wî hate ragihandin, li paytexta Fransa Parîsê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Malbat û hevrêyên wî tevlî sersaxî û çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villeneuveyê bûn.

Di bîranîna Şoreş Brûsk de ku piştî di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, biryara tevlîbûnê da û di 2’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bû, kesayeta wî ya di nava civak û têkoşînê de û karekterê wî yê kedkar û mutewazî hate vegotin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku rêya herî girîng a xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li têkoşîna wan û domandina têkoşînê ye.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku bûyera ku herî zêde bandor li biryara tevlîbûnê ya Şoreş Brûsk kir, komkujiya 9’ê Çileyê bû. Her wiha banga tevlîbûna meşa ku wê di 10’ê Çileyê de li Parîsê ji bo bîranîna komkujiyan were lidarxistin, hat kirin.

Piştî axaftinan, sînevîzyona ji bo Şoreş Brûsk hatibû amadekirin, hate pêşandan. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.