Remzî Kartal: Nêzîkatiya li Rojava pîvana nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal anî ziman ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li pêvajoyê ne cihê baweriyê ye û got, "Nêzîkatiya li Rojava û Rêber Apo pîvana nêzîkatiya li çareseriya pirsgirêka Kurd e."

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal nêzîkatiya dewletê û partiyên siyasî ya li pêvajoyê û bendewariyên aliyê Kurd ji ANF'ê re nirxand.

Di destpêkê de işaret bi raporên partiyên siyasî yên li komîsyona li meclîsê kir û anî ziman ku ev rapor nêzîkatiya her partiyê ya li pêvajoyê bi şênberî radixe pêş çavan. Remzî Kartal got, "Ji vî alî ve dema mirov dinirxîne, raporên ku baskê hikumetê pêşkêş kiriye bi taybetî jî AKP û MHP'ê pêşkêş kir, gelekî seranser û bi çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê ye.

Pirsgirêka Kurd meseleyeke bingehîn a sed salî ya Komarê ye. Ji aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê û veguherîna komareke demokratîk ve xwedî girîngiyeke esasî ye. Lê belê hem di raporên AKP'ê hem jî di raporên MHP'ê de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyeke şênber û perspektîfeke demokratîk a berfireh nîne.

Bi taybetî nêzîkatiya MHP'ê nîşaneya wê ferasetê ye ku Kurd û Tirk yek e, bi şênberî neyê gotin jî di vê çarçoveyê de ye.

Rapora AKP bi giranî metneke propagandayê ye. Xwe dispêre gotinên Serokkomar Erdogan ên heta roja îro gotiye, pirsgirêka Kurd di vê çarçoveyê de dinirxîne û bi heman rengî nêzî pêvajoyê dibe. Lewma ev rapor baweriyê nadin raya giştî.

Di vê navberê de DEM Partî li gel ku yek ji wan sê partiyan e ku li Îmraliyê serdana Rêber Apo kir, li derveyî pêvajoya amadekirina rapora têkildarî hevdîtina li Îmraliyê hate hiştin. AKP û MHP'ê weke heyeta çû Îmraliyê li gorî nirxandinên xwe raporek amade kir; ev metna ji naveroka hevdîtinê pêşkêşî komîsyonê hate kirin. Ji bo çapemenî û raya giştî agahdarkirineke rast û zelal li çapemeniyê nehat ekirin.

Ev helwest hemû nêzîkatiya AKP û MHP'ê ya li pêvajoyê bi şênberî radixe pêş çavan. Di heman demê de nîşan dide ku bi çi rengî li karên komîsyonê û çareseriya pirsgirêka Kurd dinihêrin.

Eger em li ser raporên partiyan dewam bikin, di rapora CHP'ê de li ser pirsgirêka Kurd û meseleya Kurd tespîtek heye. Lê belê di mijara demokratîkbûnê de ya li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke bi berpirsyariyeke stratejîk a CHP'ê nîne ku partiya damezrîner a komarê ye. Weke raporên partiyên din gotinên bi sînor û heman rengî tê de hene.

Lewma di vir de raproên diyarker metnên AKP, MHP û CHP'ê ye. Tabloya heyî di wê astê de ye ku hêviya raya giştî û baweriya bi pêvajoyê zêde nake.

Dema kar a komîsyonê ji bo du mehan hate dirêjkirin. Ev dem ji aliyê amadekirina rapora komîsyonê û pêşniyarên li parlamentê bike ve krîtîk e. Karê partiyên siyasî û karên ji bo raya giştî û civaka sivîl ên van du mehan wê bandoreke yekser li karên komîsyonê bike.

Ji ber vê yekê partiyê nsiyasî divê ji bo civak sivîl û raya giştî karekî xurt û bi naverok bikin. Tenê bi vî rengî komîsyon di dawiya karê du mehan de dikare raporek û pêşniyarên şênber, ji bo çareseriyê û demokratîk pêşkêş bike."

'NÊZÎKATIYA LI RÊBER APO JI BO ME ESAS E'

Remzî Kartal destnîşan kir ku yek ji mijarên girîng ên pêvajoyê meseleya nêzîkatiya li Rêber Apo ye û got, "Ji bo pêvajo bi rengekî erênî û baweriyê bi pêş ve biçe, divê Rêber Apo bibe xwedî mercên jiyan û kar ê azad. Ev yek hem berpirsyariya desthilatdariyê ye hem jî ya muxalefetê ye.

Di vê pêvajoyê de gel, hêzên demokratîk û aktorên siyasî di mijara azadiya Rêber Apo de li benda nêzîkatiyeke demokratîk û siyasî ye.

Bi kurtasî naskirina Kurdan a li ser bingeha hiqûq û demokrasiyê û nêzîkatieke rast û demokratîk a li Rêber Apo, gavên di vê çarçoveyê de bêne avêtin wê pêvajoyê bi rengekî rast û erênî bi pêş ve bibe."

'NÊZÎKATIYA LI ROJAVA PÎVANA NÊZÎKATIYA LI PIRSGIRÊKA KURD E'

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal destnîşan kir ku nuqteyeke din a girîng meseleya Rojava ye û ev mijar bi vî rengî nirxand:

"Polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya têkildarî Rojava û nêzîkatiya li Rojava çarçoveya giştî ya nêzîkatiya wê ya li pirsgirêka Kurd nîşan dide. Nêzîkatiya li Rojava çi ye? Tasfiyekirina destketiyên li Rojava, ferzkirina teslîmiyetê li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ferzkirina teslîmiyeta Kurdan, Ereban û hemû gelên li wê derê bêşert û merc li rejîma HTŞ'ê ya Şamê ye.

Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku tiştên îro tên serê Elewî û Durziyan, sibe bê serê Kurdan. Ev rewş jî mebesta ji gotina 'Xwişk-Biratiya Kurd û Tirkan' bi şênberî radixe pêş çavan. Bi HTŞ'ê re xwişk û biratî tê danîn, lê dixwazin li ser bingeha îmhakirinê Kurdan radestî HTŞ'ê bikin.

Ev nêzîkatî di heman demê de nêrîna li pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê jî radixe pêş çavan. Feraseta ku li ser bingeha îmhakirina Kurdên li Sûriyeyê hewl dide teslîmî HTŞ'ê bike, nîşan dide bê ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê çi fêhm dike. Heta niha pêşniyareke şênber nehatiye kirin ku raya giştî qanih bike û çareseriyeke rasteqîn nîşan bide. Di nirxandina têkildarî raporên partiyan de me ev yek destnîşan kir.

Lewma helwesta li Rojava pîvana nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e.

Ji vê nirxandinê divê mirov bibêje: Bi vê nêzîkatiyê encam bi dest nakeve. Çareserî ji vê nêzîkatiyê peyda nabe. Her kuk Tirkiye di vê polîtîkayê de israr bike wê şensê çareseriya pirsgirêka Kurd a navxweyî û demokratîkbûna Tirkiyeyê û herêmê bixe nava rîskê.

Ji ber vê yekê ne tenê DEM Partî yan jî Kurd, hemû beşên alîgirê demokratîkbûna Tirkiyeyê divê bi rengekî cidî li ber polîtîkaya hikumeta AKP-MHP'ê ya têkildarî Sûriyeyê û li ber helwesta li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin."

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, "Divê her kes berpirsyariya xwe bibîne. Bêyî ku li benda aliyê hember bisekine divê em pirsên 'Gelo ez dikarim çi bikim? Em dikarin çi bikin?' li xwe bikin.

Ne tenê partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û kesayet jî divê li ser vê bingehê tevbigerin. Her kes li cihê lê ye, li derdora xwe divê bikeve nava plansaziyekê ku sala 2026'an bibe sala azadî û aştiyê. Di vê çarçoveyê de divê he kes bi rola xwe rabe.

Ez di wê baweriyê de me ku demokrasî û azadî wê bi ser bikevin. Li ser vê bingehê serketinê ji her kesî re dixwazim."