Bulgaristan derbasî euoryê dibe: Fikarên bêîstîkrariya aborî û siyasî hene
Bulgaristan wê şeva Pêncşemê derbasî euroyê bide û bibe 21’emîn welatê Yekîtiya Ewropayê yê pereyê hevpar bi kar tîne.
Bulgaristan wê şeva Pêncşemê derbasî euroyê bide û bibe 21’emîn welatê Yekîtiya Ewropayê yê pereyê hevpar bi kar tîne.
Hikûmet li gel derbasbûna euoruyê dixwaze aboriya Bulgaristanê zindî bike, entegresyona li gel Ewropaya Rojava xurt bike û li dijî bandora Rûsyayê welêt biparêze. Bulgaristana ku di sala 2007’an de bûye endamê YE’yê, hê jî yek ji xizantirîn welatê endam e.
Lê belê pêvajoya derbasbûnê di dema bêîstîkrariya siyasî û fikarên aborî de pêk tê. Protestoyên ku di mehên dawîn de li dijî xizaniyê tên lidarxistin, hikûmeta koalîsyonê ya nû hilweşand û Bulgaristan di nava pênc salan de cara heştemîn e ku bi îhtimala hilbijartinên pêşwext re rû bi rû ye.
Serokwezîr Rossen Jeliazkov ê dev ji karê xwe berda, diyar kir ku Bulgaristanê sala xwe li gel dahatûya nesade ya navxweyî ya 113 milyar euroyî û mezinbûneke li ser ji sedî 3’yan girtiye û anî ziman ku enflasyon ne ji ber euroyê ji ber bilindbûna hêza kirînê ye.
Her wiha di nava gel de fikar hene ku derbasbûna euroyê wê buhayê tiştan zêde bike. Li gorî daneyên fermî di meha Mijdarê de buhayê gidayê bi salane ji sedî 5 bilind bûye. Hin esnaf diyar dikin ku dema buhayê tiştan ji levê ji bo euroyê tên guhertin, zêde dibin. Bankayan hişyarî dan ku dibe şeva sersalê di kiryarên kartan de û di ATM’yan de kêmasî rû bidin û li ser vê yekê li Sofyayê li pêşiya boruyên dowîzan û Bankaya Navendî ji bo standina euroyê gelek kes kom bûn.
Li gorî anketa Eurobarometre ya Komîsyona Ewropayê, ji sedî 49’ê welatiyên Bulgaristanê li dijî derbasbûna euroyê ne. Pispor diyar dikin ku dibe pirsgirêkên ku di dema derbasbûnê de rû bidin ji aliyê kesên li dijî YE’yê û aktorên siyasî yên populîst ve were bikaranîn.
Beriya Bulgaristanê welatê ku herî dawiyê derbasî euroyê bûbû Xirwatistan bû. Li gel derbasbûna Bulgaristanê, hejmara welatiyên Ewropayê yên ku wê euroyê bi kar bînin wê ji 350 milyonî derbas bibe.