BI DÎMEN

Li Parîsê banga tevlîbûna meşa 10’ê Çileyê hat kirin

Li Villeneuve, beriya meşa ku wê di 10’ê Çileyê de li Gare du Nordê were lidarxistin, xebatên afîşê û civîna bi gel re hatin kirin û banga tevlîbûnê hate kirin.

13 sal bi ser qetilkirina yek ji damezrînerên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê, 13 sal derbas bûn. Gelê Kurd di tevahiya 13 salan de lêgerîna xwe ya edaletê domand.

Di 23’ê Kanûna 2022’an de bi qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil, her sal di navbera 23’ê Kanûnê-9’ê Çileyê de, di serî de li Parîsê li gelek bajarên Parîsê çalakiyên bîranîn û protestoyê tên lidarxistin. Fînala bîranîn û protestoyên îsal, wê di 10’ê Çileyê de li Gare du Nord a Parîsê destpê bike.

Di vê çarçoveyê de li herêma Villeneuve ya Parîsê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Villeneuve û tevlîbûna endamên CDK-F û KCDK-E’yê xebata afîşê û serdanên mal û esnafan hatin kirin. Di xebatan de ji gel re qala girîngiya tevlîbûna li meşê hate kirin û banga hestiyarî û xwedîderketinê hate kirin.