Çalakiyên bîranînê û protestoyî yên ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di 23’yê Kanûna 2022’yan de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li seranserê Ewropayê hatine destpêkirin berdewam dikin.
Çalakiyên bîranînê û protestoyî yên îsal di 23’yê Kanûnê de bi dirûşmeya "Edalet ji bo heqîqetê” dest pê kirin. Fînala çalakiyan wê di 10’ê Çileyê de saet di 10:00’an de li Qada Gare du Nord a Parîsê were lidarxistin. Meş wê li Qada République bi dawî bibe û li wir mîtîngek protestoyî wê were lidarxistin.
Komîteya amadekar beriya 10’ê Çileyê bi beşdariya hemû pêkhateyan civîna dawî li dar xist. Di civînê de hat ragihandin ku amadekarî bi dawî bûne û heta roja dawî wê xebatên girseyî berdewam bikin.
Di vê çarçoveyê de banga beşdarbûn û xwedîderketinê li jinên Kurd, Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa û Ewroapyê dijîn hat kirin.