Li Dresdenê çalakiya piştevaniyê ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin

Di roja dawî ya salê de, li bajarê Dresden ê Elmanyayê li pêşiya girtîgehê çalakiya piştevaniyê ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin. Di çalakiyê de danezanên kurt hatin xwendin û bi dirûşmeyan daxwaza berdana girtiyan hate kirin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, li pêşiya girtîgeha li Hammerwegê çalakiya piştevaniyê bi girtiyên siyasî re hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê komên çep ku li Dresdenê xebatê dimeşînin ve hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de îşaret bi piştevaniya bi girtiyên siyasî re hate kirin, danezanên kurt hatin xwendin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Ji bo Azîz Kurek ku hîna li Dresdenê girtî ye, danezanekî taybet hate xwnedin û muzîkên ku Kurek hez dike hate lêxistin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” hate berzkirin û hat xwestin ku girtiyên siyasî demildest werin berdan.