Peyama sersalê ya KOMAW’ê
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), di sersala nû de hestên xwe yên piştgiriyê ji bo malbatên şehîdan ragihand û daxwazên xwe yên ji bo aştî, demokrasî û jiyana azad parve kir.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), di sersala nû de hestên xwe yên piştgiriyê ji bo malbatên şehîdan ragihand û daxwazên xwe yên ji bo aştî, demokrasî û jiyana azad parve kir.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), bi minasebeta hatina sala nû, sersala malbatên şehîdan bi hestên rêz, minetdarî û piştgiriyê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Bêyî ku em êşên hatine kişandin ji bîr bikin, em ê bîranîna şehîdên xwe di têkoşîna xwe û di bîra xwe ya hevpar de bidin jiyîn.”
KOMAW’ê sersala Rêber Apo jî pîroz kir û di şexsê wî de hêvî kir ku têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û jiyana azad û wekhev a gelan xurttir bibe.
KOMAW’ê sersala gelê Kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir û daxwaz kir ku sala nû xizmeta aştî, demokrasî, mafên mirovan û dadweriyê bike. Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Em hêvî dikin ku salên li pêşiya me bê şer, bê mirin û bê xwîn derbas bibin; serdemek wisa dest pê bike ku gel bi hev re jiyaneke azad û bi rûmet parve bikin.”
Di dawiyê de KOMAW’ê hêvî kir ku sala nû ji bo her kesî tenduristî, hêvî, piştgirî û azadiyê bîne.