FEDA Û DAKB’ê ji bo Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kirin

FEDA û DAKB’ê diyar kirin ku li Sûriyeyê êrîşên li ser bingeha mezhebî û etnîkî zêde bûne û bang li Netewetên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên têkildar kirin ku mekanîzmayên parastin, lêirsîn û çavdêrkirinê bixin dewrê.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DABK) bi daxuyaniyekî nivîskî diyarkirin ku pevçûnên bi çek ên ku bi salan in li Sûriyeyê dewma dikin, ji bo sivîlan rê li ber krîza mirovî ya kûr vekiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser bingeha mezhebî û etnîkî ên di demên dawî de di serî de civakên Elewî, hemû gelên cuda ên li welêt û komên baweriyê hedef digire.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî Elewiyan, Xirîstiyan, Durzîû Kurd, Êzidî û kêmenetewên din rastî êrîşên çekdarî, koçberiya bi zorê û binçavkirinên kêfî tên û hate diyarkirin ku ev rewş bi awayekî eşkere nîşan dide ku sivîl bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin.

FEDA Û DAKB’ê bang li Netewetên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê ya NY’ê û saziyên navneteweyî yên têkildar kirin ku binpêkirinên li dijî sivîlan bi awayekî serbixwe û zelal lêpirsîn bikin, komên ku li ser bingeha mezhebî û etnîkî tên hedefgirtin bi lezgînî biparêzin, pêvajoyên hiqûqû ku bêcezahiştina sivîlan asteng bike bimeşîne û mekanîzmayên parastin û şopandinê yên bibandor xurt bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya civaka navneteweyî tundiyê mezin dike û hate destnîşankirin ku bidawîanîna vê bêdengiyê êdî ne tercîhek lê berpirsyariya hiqûqî û mirovî ye.