BI DÎMEN

Li Boblingenê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

Li bajarê Boblingen ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin cem hev û kesên ku di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn.

Kurdistaniyên ku li bajarên Stuttgart, Reutlingen, Ludwigsburg û Esslingenê dijîn beşdarî merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo şehîdên Parîsê bi xwendina Gulbankê deqeyek rêz hate girtin. Piştre siyasetmedara jin a Kurd Songul Omurcan û endama Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer axaftinek kirin.

Endama Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer şehîd bi bîr anîn û got: “Heke em îro xwedî li vê mîratê derdikevin, ev yek bi saya hevalên me yên ku berdêl dane pêk hatiye. Sakine Cansiz ji bo civakê jineke xwedî gelek nasnameyan e. Dema ku navê nasnameya jinê tê hildan, hevala me ya yekem ku tê bîra mirov Sara ye. Ew bû felsefeya jiyana me û em ê wek şopdarên wê têkoşîna xwe bidomînin.”

Songul Omurcan jî diyar kir ku “Bêguman şehîdên me pêşeroj û neynika me ne” û wiha berdewam kir: “Gotin ji bo vegotina her hevalekî/ê me yê/a şehîd kêm dimînin. Ev fedakarî di doza me ya neteweyî de, di nava welatparêzên tevgera me de her tim nirxa xwe parastiye. Ev şêwazê jiyanê ji bo wan felsefeya hebûnê bû. Ez careke din di serî de di kesayetiya Heval Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil de li ber hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî serê xwe ditewînim.”

Piştî axaftinan, sînevîzyonek ku ji beşên jiyana şehîdên Parîsê pêk dihat hate nîşandan û bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.