TCŞ ji nû ve tê avakirin: Konferans 24’ê Çileyê li Parîsê ye

Rêxistina ciwanên Kurdistanî ên li Ewropayê dijîn Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ragihand ku ew ê di 24’ê Çileyê de ‘’Konferansa Jinûveavakirinê’’ li dar bixe.

TCŞ

TCŞ’ya ku ji sala 2018’an ve ye ji bo ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn di warên perwerde, çand, werzîş û birêxistinbûnê de xwedî girîngiyeke mezin e, wê li gel beşdariya endamên wê yên ji welatên Ewropayê yên cuda di 24’ê Çileyê de li banliyoya Drancy a li bajarê Parîs ê Fransayê ‘’Konferansa Jinûveavakirinê’’ li dar bixe.

Koordînasyona TCŞ’ê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku ew konferansa xwe li ser bingeha gotina Rêber Apo ya ‘’Xwe birêxistin bikin û birêxistin bikin’’ li dar dixin û bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwanên li Ewropayê dijîn ya ji vê konferansê re.

Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Banga me di serî de ji bo ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê li dora agirê şoreşa mezin dibe, kom bûne, ji hemû kesên ku ji paradîgmaya Rêbertî bawer kirine, xwe birêxistin kirine, têkoşîn mezin kirine û dixwazin Rêbertî azad bikin û talan û dagirkeriyê bi temamî bi dawî bikin re ye. Di vê çarçoveyê de em bang li we dikin ku di 24’ê Çileyê de em li paytextê Fransa Parîsê di Konferansa jinûveavakirinê de soza serkeftinê nû bikin û îradeyê xurttir bikin.’’