Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo şehîdên Parîsê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, axaftin dest pê kirin.
Siyasetmedar Bedrettin Kavak di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku komkujiyên li Parîsê ne êrişên yekser û serbixwe ne, lê belê berdewamiya polîtîkaya îmha û înkarê ya dîrokî ye ku li dijî hebûna siyasî û têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd tê meşandin. Kavak anî ziman ku şehîd ne tenê kesên windabûyî ne, bingeha esasî ya hebûna gelê Kurd a îro ne.
Kavak di axaftina xwe de bal kişand ser rola pêşeng a şehîdan di Têkoşîna Azadiya Kurd de û got: “Di qonaxa ku em gihîştinê de, parastina hebûna Kurdan wekî kirde, bi têkoşîna bêhempa ya şehîdan pêş ket.”
Kavak diyar kir ku gelê Kurd di dirêjiya dîrokê de an hatiye tunehesibandin an jî hatiye xwestin ku mehkûmî biryarên kesên din bibe; wî destnîşan kir ku her destkeftiyek siyasî û civakî ya îro bi berdêlên giran hatine bidestxistin.
Kavak destnîşan kir ku şehîdbûn ne tenê sernavekî bîranînê yê girêdayî rabirdûyê ye, di heman demê de berpirsyariyek e ji bo îro û pêşerojê. Kavak got ku şehîdbûn ne rewşeke bîranînê ya pasîf e û bal kişand ser berdewamiya têkoşînê; wî anî ziman ku parastina ziman, nasname û îradeya siyasî ya gelê Kurd tenê bi xwedîderketina li vê mîrasê pêkan e.
Kavak di berdewamiya axaftina xwe de bang li diyasporaya Kurd a li Ewropayê kir û got ku komkujiyên li Parîsê peyameke eşkere ye ku li navenda Ewropayê li dijî hebûna siyasî ya Kurdan hatine dayîn. Kavak destnîşan kir ku bersiva van êrişan ne paşvekişîn e, lê mezinirina têkoşîna rêxistinkirî ye û diyar kir ku êrişên ji Parîsê heta Strasbourgê di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopên kûr hiştine.
Mordem Varto jî pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an dest pê kiribû, nirxand. Varto diyar kir ku ev bang ne tenê perspektîfeke çareseriyê ya navenda wê Tirkiye ye, lê belê nêzîkatiyeke herêmî ye ku di nav hevsengiyên siyasî, aborî û civakî yên Rojhilata Navîn de pirsgirêka Kurd li ser zemînekî demokratîk digire dest.
Varto bal kişand ser polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn, krîzên aborî yên kûr û zextên rêveberiyên otorîter ên li ser gelan û got ku di van şert û mercan de perspektîfa civaka demokratîk hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên herêmê derfeteke dîrokî pêşkêş dike. Varto diyar kir ku aştî ne tenê rawestandina çekan e û got ku çareseriyek mayînde bi naskirina îradeya gelan, îfadekirina azad a nasnameyan û vekirina riya siyaseta demokratîk pêkan e.
Her wiha Varto destnîşan kir ku banga Rêber Apo li ser bingeha azadiya jinê, demokrasiya herêmî û wekheviya gelan xeteke siyasî ya nû nîşan dide; wî got ku xwedîderketina li vê pêvajoyê rasterast bi têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd ve girêdayî ye. Varto anî ziman ku Kurdên li Ewropayê jî parçeyekî girîng ê vê pêvajoyê ne û diyar kir ku têkoşîna aştî û civaka demokratîk bi sînoran nayê sînorkirin.
Piştî axaftinan, kesên ku di du komkujiyên cuda yên li Parîsê de li dijî şoreşgerên Kurd hatibûn kirin û jiyana xwe ji dest dabûn, bi nîşandana sînevîzyonekê hatin bibîranîn. Di sînevîzyonê de cihê Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û çîrokên jiyana wan hatin nîşandan; her wiha têkoşîna Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên ku di 23’yê Kanûna 2022’an de dîsa li Parîsê hatibûn qetilkirin jî hatin bîranîn.